ÇALAKIYÊN DAYÎKÊN ŞEMIYÊ
Xizmên Windakiriyan vê heftê jî li Amed û Stenbolê bi rêya medya civakî çalakiya xwe ya hefteyî pêkanin.
Dayîkên Şemiyê li Stenbolê li cîroka Kenan Bîlgîn ê ku li Enqerê di bin çavan de hatibû wenda kirin vegotin.
Li Amedê de jî dayikan li aqûbet Ebûbekîr Aras pirsîn.
ÇALAKIYÊN DAYÎKÊN ŞEMIYÊ
DI HEFTEYA 806’AN DE LI AQÛBETA KENAN BÎLGÎN HAT PIRSÎN
Weke her heftê vê Heftiyê jî Dayîkên Şemiyê ji ber vîrûsa Coronayê bi rêya Onlîne çalakiya xwe pêk anîn.
Dayikan di hefteya 806’an de li aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn.
Kenan Bilgin di 12’ê Îlona sala 1994an li Enqerê hatibû binçav kirin û ji wê rojê ve jê ti agahî nehatibû girtin.
Birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn behsa pêvajoya windakirina biryarê xwe kir, û diyar kir, ku tevî hemû delîlan jî serlêdanên wan hemû bê encam man e.
Îrfan dazanîn ku dadgeha mafê mirovan a Avrûpayê jî tirkiye di vê mijarê de mehqûm kir û got, emê wek malbat dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.
Piştre hin kesên ku bûbûn şahidê girtin û binçavkirina Kenan Bîlgîn, ew pêvajo vegotin.
Dayikan careke din beyan kirin ku ewê ti carî dest ji lêgerîna edaletê bernedin.
“KUJER DIYAR IN, WINDAKIRÎ LI KU NE?”
XIZMÊN WINDAKIRIYAN ÊN AMEDÊ LI AQÛBETA EBÛBEKÎR ARAS PIRSÎN
Şaxa komeleya mafê morovan a Amedê û xizmên windakriyan jî bi aweke onlîne li aqûbeta windakiriyan pirsîn.
Di hefteya 604’an de rêvebera şaxa ÎHD Ezgî Demîr çîroka windakirina Ebûbekîr Arasê ku 13ê Tîrmeha 1994an li Cîzîra botan di binçavan de hat qetilkirin parve kir.
Ezgî Demîr diyar kir, ku Ebûbekîr Aras di binçavan de bi îşkenceya elktîrîkê jiyana xwe ji dest daye.
Tevî hemû agahiyên şahidê bûyerê jî heta niha agahî ji aqûbeta Ebûbekir nayê girtin.