Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Çalakiyên Dayikên Şemiyê û saziyên mafên mirovan ji bo aqubeta windahiyan

 

Dayikên Şemiyê, çalakiyên xwe ya ji bo winda bên dîtin û berpirs bên darizandin îro jî pêk anîn.

Vê hefteyê jî li aqûbeta Mehmet Ertak, Aydin Ay û Mehmet Selîm Acar pirsîn.

Mehmet Ertak 28 sal, Aydin Ay 27 sal, Mehmet Selîm Acar 26 sal in wenda ne.

LI STENBOLÊ DI HEFTEYA 804’AN DE ÇALAKIYA DAYÎKÊN ŞEMÎYÊ
LI AQUBETA MEHMET ERTAK KU 28 SAL IN WENDA YE HAT PIRSÎN

Li Stenbolê dayikên Şemiyê di hefteya 804’an de li aqûbeta xizmên xwe pirsîn.

Çalakiya vê hefteyê jî ji ber vîrûsa korona li ser medya dijîtal hat lidarxistin.

Vê carê li aqûbeta Mehmet Ertak ê 28 sal in wendaye hat pirsîn.

Ertakê bavê 4 zarokan di 32 saliya xwe de 18’ê Tîrmeha 1992’an de dema ji kar diçû malê li Şirnexê hate girtin û wenda kirin.

Hevjîna Mehmet, Emîne Ertak axivî û got: Em ê ti carî dest ji lêgerîna Mehmet bernedin. Daxwaza me edalete. Bila gora hevjînê min hebe.

Di daxuyaniya giştî de jî hat bibîrxistin ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ji ber wendakirina Mehmet Ertak Dewleta Tirk mahkûm kir.
LI AMEDÊ ÇALAKIYA XIZMÊN WINDAKIRIYAN
LI AQUBETA AYDIN AY KU 27 SAL IN WENDA YE HAT PIRSÎN

Çalakiya Xizmên Windakiriyan a li Amedê jî ji bo cara 602’an pêk hat.

Cîgira Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer vê carê jî li aqûbeta Aydin Ay pirsî.

Aydin Ay beriya bi 27 salan dema ku li Batmanê Endamê Partiya Kedê ya Gel DEP’ê bû hat revandin û wendakirin.

Acer diyar kir ku Aydin Ay sala 1993’an dema ji malê diçû dikanê 3-4 kesên bi kincên reş bi zora çekê lê dan û revandin.

Ji wê demê ve agahî ji Aydin nayê girtin.

LI ÎZMÎRÊ ÇALAKIYA KOMELEYA MAFÊ MIROVAN
LI AQUBETA MEHMET SELÎM ACAR KU 26 SAL IN WENDA YE HAT PIRSÎN

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û xizmên windakiryan jî li pêşiya Sumer Bank a navçeya Konakê li aqubeta Mehmet Selîm Acar pirsîn.

Mehmet Selîm Acar 26 sal berê di 20’ê Tebaxa 1994’an de li Amedê ji alyê polêsên tirk ve hat revandin.

Ji wê rojê şûnde ti agahî derbarê aqubeta Acar de tineye.

Rêverberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çiçek destnîşan kir ku ji revandina Mehmet Selîm Acar Fermandarê Tabûra Komando ya Bismilê Îzzet Cural û pêywirdarê cendirmeyan Ahmet Babayigit berpirsiyar in û derbarê wan de gilî kirin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewpora’yê di 8’ê Nîsana 2004’an de Tirkiye ji ber windakirina Mehmet Selim Acar mahkum kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv