Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiyên gerîla li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker

 

 

Eskerên tirk ku niha li herema Heftanînê bi cîh bûne, şev û rojên xwe di nava tirs û panikê de derbas dikin.

Hêviya wan ya bi tenê balafir û teknika dijitale.

Lê hêzên gerilla ku xwe li gorê serdema nu amade kirine, li hember çeperên eskerên trik, dem bi dem çalakî dem bi dem jî operasyon pêk tînin.

Gerîlayên jin yên YJA-Starê di çalakiyan de roleke pêşeng dileyizin.

Derheqê encama şerê li Heftaninê de daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê heye.

HPG: LI GIRÊN ŞEHÎD BÊRÎVAN, DÛPIŞK Û ŞEŞDARA 9 ESKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê;

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftenînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê rabûn.

2’yê Tîrmehê dagirkerên li ser Girê Şehîd Bêrîvan bûn hedefa çalakiyên sekvanî.

Di çalakiyan de 2 esker hatin kuştin.

3’yê Tîrmehê û 4’ê Tîrmehê gerîlayên YJA-Starê dagirkerên li Girê Tunelê yê herêma Şeşdara bi rêzeçalakiyan kirin hedef.

Di çalakiyan de 3 esker hatin kuştin.

5’ê Tîrmehê gerîlayan yekîneya dagirkeran a li ser Girê Dûpişk bi du çalakiyan kirin hedef.

Gerîlayan ji 3 milan ve li dagirkeran dan û herî kêm 4 esker hatin kuştin.

JI GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê LI ÇELÊ ÇALAKIYA BI BANDOR
HPG: LI ÇELÊ 4 ESKER HATIN KUŞTIN 2 ÇEPER HATIN RÛXANDIN

5’ê Tîrmehê Gerîlayên YJA-Starê li navçeya Colemêrgê Çelê dagirkerên li ser Girê Sor kirin hedef.

Gerîlayan çeper û stargehên artêşa dewleta Tirk a dagirker dan ber gulleyan, 2 çeper hatin rûxandin û sîleheke giran bi tîpa A4 hat îmhakirin.

Di çalakiyê de 4 esker hatin kuştin.
http://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/item/6912-seyit-batman-ekrem-i-ptas
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê di daxuyaniyê de cih da şerê 16’ê Hezîranê yê li navçeya Amedê Licê.

Li gorî daxuyaniyê, li qada Korê piştî artêşa dewleta Tirk dest bi tevgera dagirkeriyê kir şerekî dijwar qewimî.

Di vî şerî de gerîlayekî bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Navê gerîlayê şehîd wiha ye:

Ekrem Îptaş bi nasnav Seyît Batman, li Batmanê ji dayîk bûye û 16’ê Hezîranê li Amedê şehîd bû.

EKREM ÎPTAŞ
SEYÎT BATMAN
BATMAN
16’Ê HEZÎRANÊ-AMED

Di daxuyaniyê de hat gotin, heval Seyît Batman 1986’an li nav malbateke welatparêz ji dayîk bû û 2014’an ji bo li dijî dijmin têkoşîneke aktîf bike beşdarî nava refên gerîla bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Şehîd Seyît û welatparêzên Kurdistanê re hat xwestin û hat gotin, em soz didin ku têkoşîna şehîdan bi ser bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv