Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiyên gerîlayên HPG li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker

 

 

Gerîlayên HPG-YJA-Starê li Heftenîn û Wanê, li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin.
Di çalakiyan de bi kêmanî 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPGê têkildarî bicîbûna hêzên parastina sînor ên Iraqê li Derkarê jî agahî da.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA HEFTENÎNÊ
LI ŞEŞDARA Û KATÛ SULÊ GERÎLAYAN LI DAGIRKERAN DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîlayan li Herêma Heftenînê, Wanê û bicihbûna hêzên parastina sînor ên Iraqê li Derkarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayên YJA-Starê 2yê Tîrmehê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê rabûn.

Di çalakiya sekvanî de eskerek hat kuştin.
Heman rojê dagirkerên li ser Girê Katû Sulê jî bûn hedefa gerîlayan.
Gerîlayan yekîneyêna artêşa dagirker dan ber gulleyan.
Artêşa dewleta TIrk a dagirker kuştî û birîndar dan, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

TEVGERA DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YA DEWLETA TIRK
HPG: PARÊZVANÊN SÎNOR ÊN IRAQÊ LI BATÛFA Û DERKARÊ BI CIH BÛN
1’ê Tîrmehê hêzên weke parêzvanên sînor ên bi ser Iraqê ve tên zanîn, li qadên Kela Şabanîkê ya Batûfa û Kerê ya Derkarê bi cih bûn.

Di daxuyaniya HPGê de hat gotin, van hêzan gotiye, em ji bo wê yekê hatine ku artêşa dewleta Tirk a dagirker zêdetir pêşde neçe.

Her çiqasî di wê demê de ku êrişên dagirkeriya Tirk zêde bûne, ev hêz hatine cihê fikaran be, dîsa jî hêzên me rewşa li herêmê dişopînin.

Heta rewşa li vir baş were fêmkirin, wê hêzên me pozîsyona xwe ya heyî biparêzin û li gorî encama derkeve holê helwesta xwe diyar bikin.

PÊNGAVA TOLHILDANÊ YA MEDYA MAWA Û RIZGAR GEVER
HPG: LI KATO XELÎLA 2 ESKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiya li navçeya Wanê jî wiha hat gotin:

30’ê Hezîranê gerîlayên YJA-Starê li qada Çelê Bûka ya herêma Kato Xelîla, ku bi ser navçeya Şaxê ve ye çalakî li darxistin.

Gerîlayên jin bi Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever rabûn û eskerên hewl didan kontrola rê bikin kirin hedef.

Di çalakiya sekvanî de 2 esker hatin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv