Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiyên HPG ji bo bîranîna Fermandarê HPG Egîd Garzan

 

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li Xakurkê ji gerîlayên HPG û YJA-Starê derbeke giran xwar.

Di çalakiya doh de bi kêmanî 10 eskerên artêşa dagirker hatin kuştin.

Li Heftenînê jî 2 eskerên artêşa dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê wekî din agahiyên berfireh têkildarî şerê li dijî dagirkeriyê û êrişên wê parve kirin.

JI BO BÎRANÎNA FERMANDARÊN ARTÊŞA IRAQÊ Û EGÎD GARZAN ÇALAKÎ
HPG: EREBEYEK HAT TEQANDIN Û 10 ESKERÊN HATIN KUŞTIN

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê ji Heftenîn, heta Xakûrk û Wanê rêze çalakî li dijî artêşa Tirk pêk anîn..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya encam çalakiya bi raya giştî re parve kir û ev agahî dan:

21’ê Tebaxê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li herêma Lêlîkanê, karwanekî artêşa Tirk dema diçû Girê Kevrotê, bû hedefa gerîlla.

Di encamê de erebeyeke zirxî hat teqandin û 10 eskerên tê de hatin kuştin.

Piştî çalakiyê, pêşmergeyê bi navê Nevrat Rêşîd ê diçû bi hawara eskerên birîndar ve, ji aliyê artêşa Tirk ve hat birîndarkirin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir çalakî ji bo bîranîna fermandarên Artêşa Iraqê û fermandarê HPGê Egîd Garzan pêk hatiye.

HPG: LI SER GIRÊ QESROKÊ 2 ESKERÊN DIJMIN HATIN KUŞTIN

21’ê Tebaxê li qada Partîzan a Heftenînê 2 çalakiyên sekvaniyê pêk hatin..

Di encamê de li Girê Qesrokê 2 esker hatin kuştin.

17’ê Tebaxê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Ronya de, li navçeya Colemêrgê Geverê, kamerayên mobesse yên li Geliyê Doskî hatin teqandin.

LI SÊRTÊ ŞERÊ DIJWAR
23’YÊ TÎRMEHÊ GELEK DAGIRKER HATIN KUŞTIN Û 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
Navenda Ragihandinê û Çapemeneiyê ya HPGê têkildarî şerê li Bakurê Kurdistanê û êrişên dagirkeriya Tirk jî ev agahî dan:

23’yê Tîrmehê li Geliyê Bombat ê navçeya Sêrtê Şîrwanê di navbera gerîlla û artêşa dagirker de şerekî dijwar qewimî.

Ev şer 5 rojan dewam kir û gelek kuştiyên artêşa dagirker çêbûn.

Di şer de gerîllayên binasnav Zinar û Egîd şehîd bûn.

LI BEDLÎSÊ Û ŞIRNEXÊ ŞERÊ DIJWAR
ARTÊŞA DAGIRKER DERB XWAR Û 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

11’ê Tebaxê li herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê di navbera gerîlla dagirkeran de şerekî dijwar qewimî û 2 rojan dewam kir.

Artêşa Tirk a derbên giran ji hêzên me xwar, bi balafirên şer bi dijwarî herêm bombe kir.

Di şer û êrişan de hevalên me Kendal, Asmîn û Amara yên bi canbexşane şer kirin şehîd bûn.

17’ê Tebaxê li herêma Kato Marînos a navçeya Şirnexê Elkê, di navbera hêzên me û eskerên artêşa dagirker de şerekî dijwar qewimî.

Hevalê me Demhat bi qehremanî şer kir û şehîd bû.

DEREWÊN DAGIRKERIYA TIRK
HPG: DI ÊRIŞA 19’Ê TEBAXÊ DE LI BAZÎDÊ TI ZIRAR LI HÊZÊN ME NEBÛ

Eskerên xwestin li qadê bipêşkevin bû armanca gerîllayan..

19’ê Tebaxê balafirên şer qada Demîrkapi ya navçeya Agirî Bazîdê bombe kirin.

Di êrişê de ti zirar li hêzên gerîlla nebû.

Nûçeyên bi rêya çapemeniya şerê taybet têkildarî vê êrişê hatin parvekirin bi temamî derew in.

29’ê Hezîranê li navçeya Wanê Ebexê, gerîlayan wesaîteke ku esker û kontra tê de bûn li nêzî gundê Pira Erdê kirin hedef.

Wesaîtê derb xwar, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Di daxuyaniyê de têkildarî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî hatin parvekirin.

19, 20 û 21’ê Tebaxê balafirên şer qada Sinînê ya Xakurkê, qadên Karker, Şifreza, Bircela û Canmeda yên Zê bombe kirin û li herêmê şewat derket.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv