Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiyên HPG li dijî Artêşa Tirk a dagirker

 

Artêşa dewleta Tirk ku ev demeke li herêma Heftanîn a Başûrê Kurdistanê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye.

Lê li hemberî berxwedana gerîla nikare bi pêş de here.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftenînê û Geverê li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan.

Di çalakiyan de bi kêmanî 4 esker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA HEFTENÎNÊ
LI XANTÛR, GIRÊN ŞEHÎD BÊRÎVAN Û ŞEHÎD ADAR DAGIRKER BÛN HEDEFA GERÎLAYAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê daxuyaniyek da û cih da encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayên HPG û YJA-Starê 17, 18 û 23’yê Hezîranê li Heftenînê li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan.

Gerîlayên bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê rabûn, 17ê Hezîranê dagirkerên li ser Girê Şehîd Bêrîvan li dagirkeran dan.

18ê Hezîranê jî gerîlayen bi çalakiyeke sabotajê dagirkerên li ser Girê Şehîd Adar kirin hedef.

23’yê Hezîranê jî helîkopterên êrişê yên dagirkeriya dewleta Tirk qada Xantûrê bombe kirin.

Gerîlayan helîkopter dan ber gulleyan.

Helîkopter li ser vê yekê ji herêmê dûrketin.

Di encama her sê çalakiyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker kuştî û birîndar dan lê hejmara wan nehat zelalkirin.

LI GEVERÊ ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN
GERÎLA LI GEVERÊ KET ÇEPERÊN DAGIRKERAN: 4 ESKER HATIN KUŞTIN

22’yê Hezîranê jî li navçeya Colemêrgê Geverê gerîlayên HPG û YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya rabûn.

Gerîlayan li nêzî qereqola Memîşta ya li Geliyê Doskî bi çalakiyeke sabotajê li dagirkeran dan.

Di çalakiyê de eskerek hat kuştin û 2 kontra jî birîndarbûn.

Di çarçoveya heman pêngavê de 23yê Hezîranê, gerîlayan avêtin ser çeperên artêşa dewleta Tirk a qereqola Perîxanê ya Geverê.

Gerîlayan ji du milan ve li dagirkeran dan.

Di çalakiyê de 3 esker hatin kuştin yek ji bi paye bû û eskerek jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya HPGê de têkildarî rêbaza çalakiyê wiha hat gotin:

Artêşa dewleta Tirk a dagirker, ku li hemberî vê çalakiyê matmayî ma, hewl da çalakiyê weke çalakiyeke tacîzê di çapemeniya xwe de nîşan bide.

Hêzên me li vir ketin nava çeperan û li navenda wê li dijmin dan.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê her wiha diyar kir, ku 23’yê Hezîranê balafirên şer gundê Girê yê Avaşînê û qada Karker a Zapê bombe kirin.

Di êrişê de ti zirar li gerîlayan nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv