Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Gever û Bedlîsê li dijî çeperên Artêşa Tirk çalakî pêkhatin

 

Li Bedlîsê şevê din li dijî qereqola Artêşa Tirk çalakî pêk hat.

Çapemeniya şerê qirêj ê dewleta Tirk eşkere kir ku 3 çawîşên pispor hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Lê çavkaniyên xwecihî dibêjin: hejmara kuştî û birîndarên artêşa dagirker zêdetir e.

Li Geverê jî çalakiya gerîlayan çêbû.

HPG’ê li ser çalakiya gerîlayan a li Geverê û şerê li Qersê daxuyaniyek weşand.

HPG: Li Geverê Çalakiya Sabotajê pêkhat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayên wan 2’ê Gulanê li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin.

Gerîlayan derb li çeperên li nava qereqolê xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.

29 û 30’ê Nîsanê jî li qada Kizilpîrîz a navçeya Qaxizman a Qersê Artêşa Tirk dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Di êrişa hewayî de 4 gerîla şehîd bûn.

HPG’ê got agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wê piştre bi raya giştî re parve bikin.

2’ê Mijdara 2019’an jî li bejahiya navçeya Qaxizman a Qersê, di navbera yekîneya gerîla û Artêşa Tirk de şer qewimî.

Di vî şerî de 3 gerîla bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Li aliyê din Li Bedlîsê jî Artêşa Tirk derb xwar.

Çapemeniya Tirkan eşkere kir ku 3 çawîşên pispor hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Lê çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hejmara kuştî û birîndarên artêşa dagirker zêdetir e.

Li gorî agahiyan, çalakî li herêma Şêxcûma ya bi ser navenda Bedlîsê ve hatiye kirin.

Di çalakiyê de qereqola Artêşa dewleta Tirk a dagirker a bi navê Çeltîklî bûye hedef.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv