Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Çalakiyên jinan ji bo pêkanîna peyamana Stenbolê didom in

 

Li dijî destwerdana AKP-MHP’ê ji bo peymana Stenbolê doh jina çalakiyên hemwext pêkanîn.

Bi hezaran jin di çalakiya li Qada Kadikoyê Stenbola Tirkiyê de hatin gel hev.

Polîsan li Îzmîrê êrişî jinan kir.

Platforma Kedê ya Amedê jî daxuyaniyek da û xwest peyman pêk were.

BI HEZARAN JIN LI QADA KADIKOY A STENBOLÊ BÛN YEK DENG

Doh jin li dijî destwerdana peymana Stenbolê a ji bo parastina jinan hatiye îmze kirin jin li qadan bûn.

Navnîşana çalakiya li Stenbolê Qada Kadikoyê bû.

Bi hezaran jin, ber bi qada çalakiyê ve herikîn.

Jinan xwest ku peymana Stenbolê pêk were.

Girseya jinan li qadê bi yek dengî bangkirin; jiyan ya me ye, ked keda me ye, biryar ya me ye

Ne tenê li Kadikoyê bi şêweyek hem wext li gelek deverin cuda yên Stenbolê rêxistinên jinan çalakî pêk anîn.

LI ÎZMÎRÊ POLÎSAN XWE LI MEŞA JINAN RANEGIRT Û 16 KES KIRIN BINÇAVAN

Li Îzmîrê jî jinan xwest ji bo pêkanîna peymanê çalakî lidar bixin.

Lê belê polîsan xwe li çalakiya jinan ranegirtin û 16 kes kirin binçavan

Piştî êrîş û binçavkirina jinan, girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

BANGA JINAN: PEYMANÊ NEKE HEDEF, PÊK BÎNE

Bi heman armancê li Dersimê jî çalakiya Platforma Jinan hebû.

Jinan daxuyanî dan û xwestin ku peymana Stenbolê pêk were,

Li Amedê jî Platforma Kedê ya Amedê daxuyanî da û xwest ku peyman pêk were.

Platformê êrîş û buyerên li dijî jinan jî bibîr xist û diyar kir ku di nava 5 salan de, milyonek jin bi tûndiyê re rû bi rû mane.

Ji van nêzî 2 hezar jin hatine kuştin.

Li Edenê jî jin li qadan bûn.

Platforma Kedê ya Edenê jî bi daxuyaniyekê bang li rêveberiya dewleta Tirk kirin ku peymanê pêk bînin.

Jin li Enqerê jî daketin qadan û xwestin ku hikumeta dewleta Tirk Peymana Stenbolê pêk bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv