Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiyên li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li Ewropayê didome

 

Komîsyona Başûr a Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî bi daxuyaniyekê bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk.

Komîsyona Başûr a KCDK-E’yê bi bîr xist ku dewleta Tirk afaşîst êrişên xwe yên qirker, dagirker û komkujiyan ên li ser sivîlên li Herêma Kurdistanê didomîne û destnîşan kir ku bi êrişên qirêj û hovane planên metirsîdar ji bo tunekirina Kurdan dimeşîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku heta niha ji aliyê hikumeta federal a Iraqê helwesteke cidî nehatiye nîşandan û hate gotin, “Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên qirêj û komkujiyên dewleta Tirk bêdeng mane. Li pêşberî êrişên li ser gelên herêma Kurdistanê bêhelwest in. Gelo binpêkirina sînor, têkbirina xak û qada ezmanî serweriya dewleteke cuda ye?”

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd ê li Kurdistanê û derveyî welat hate kirin ku bi meş û çalakiyan li ber dagirkeriyê û bêdengiya hikumeta Iraqê û civaka navnteweyî rabin.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên li pêşiya Sefaretxane û Konsolosxaneyên dewletên Tirk û Iraqê banga tevlîbûnê hate kirin û hate gotin, “Dem dema şikandina bêdengiyê ye.”

Komîsyona KCDK-E Başûr destnîşan kir ku heta azadiyê ew ê tu carî teslîm nebin û faşîzm nikaribe îradeya wan bişikîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Di 10’ê Tîrmehê de wê bi giranî li welatên Ewropayê li pêşiya Sefaretxaneyên Tirk û Iraqê xwepêşandan bên lidarxistin” û banga tevlîbûnê hate kirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Karayilan: Xeyalên Dewleta Tirk ên tinekirina Kurdan hatin tinekirin

Stêrk Tv

HPG: Li gel şehîdbûna Fermandarên Îraqê hevalê me Egîd Garzan şehîd bû.

Stêrk Tv

Ş. Bedran Gundikremo qala rojên pêngava 15ê Tebaxa 1984 an dike

Stêrk Tv

Salvegera Pêngava 15ê Tebaxê

Stêrk Tv

KCK: Divê hukûmeta Başûrê Kurdistan li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk bibe xwedî helwest

Stêrk Tv

Karayilan: Gerîla bi rêbazên nûjen li ser xeta 15 Tebaxê şer dike

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!