Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li bajarên Ewropayê êrîşên li ser gel Kurd pêt tên hatin şermezar kirin

 

Li Ewrûpa jî çalakî hebûn.

Kurdistaniyên li derveyî welat bi diruşma: li dijî Faşizmê mil bidin milê hev çalakî kirin:

Li dijî darbeya li dijî parlementeran û êrişên li ser gelê kurd;

Li bajarê Elmanya Essenê çalakgerên KOMAW’ê çalakiyekê protestoyî lidarxistin.

Çalakî li li pêşiya Theater Passageyê pêk hat.

Li ser banga Meclîsa Jinê ya Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd,kurdên li Swedî jî li qadan bûn.

Gelek kes li pêşiya Parlamenta Swêdê hev kom bûn.

Di xwepêşandanê de li ser navê rêxistin û saziyên Kurdistanî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de girtina parlementeran hat şermezar kirin ji qada siyasî ya Ewrûpayê hat xwestin li dengê xwe li dijî darbekaran bilind bikin.

Çalakiyek jî Goteborgê pêk hat.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê û Komeleya Jinan a Şehîd Sema Kurdistanî li Brûnnparkenê i hev kom bûn.

Di çalakiyê de bang li Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin, kirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd teşîr bikin.

Li paytexta Fransa Parîs’ê jî kurd û dosten xwe li dijî faşîzma dewleta Tirk li qadan bûn.

Kurd û rexisitnên jinên sosyalîst ên Londone jî çalakiyek lidarxistin.

Gelek kes li ber pîrtûkxaneya Wood Green hev kom bûn.

Û li dijî bêtalkirina parlementiya wekîlan sloganên protestoyî hatin qirîn.

Li ser navê saziyên jinan axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de peyama li dijî faşîzme mil bidin mile hev hate dayin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv