Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanNûçeyên Dawî

Çalakiyên Yekîneyên Tolhildanê û Zarokên Agir liTirkiyê

 

 

ÇALAKIYÊN YEKÎNEYÊN TOLHILDANÊ Û ZAROKÊN AGIR
“LI ÎZMÎR, MERSÎN Û ÇORÛMÊ ÇALAKÎ HATIN KIRIN”

Endamên YPS-JIN’ê li 3 bajarên Tirkiyê li dijî dagirker û faşîstan çalakî pêkanin.

Însiyatîfa Zarokên Agir jî li Îzmîrê di nava tevgerê de bûn.

Encamên van çalakiyan hatin eşkerekirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Devrîm Botan a YPS-JIN’ê di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran’ di 14’ê Tîrmehê de li Kadîfekaleya Îzmîrê li qereqola polîsan da.

Çalakî bi bombeyan pêk hat, lê hejmara polîsên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.

YPS-JIN’ê ragihand ku yekîneyên me bi silametî ji qadê vekişiyan.

18’ê Tîrmehê jî li Erdemliya Mersinê li dijî fabrîkeya alîgirên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin û fabrîke hat îmhakirin.

Heman rojê li dijî otoparka Sîteya Sanayiyê ya Çorûmê bi agiran çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de bi dehan wesayît şewitîn.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Devrîm Botan a YPS-JIN’ê got; Dewleta Tirk a tecawizkar û faşîst êrîşên xwe yên li ser jin û zarokên Kurdan zêde kiriye.

Li Şirnex, Batman û Agirî tecawizî jinan kirin.

Em ê bi çalakiyan hesabê van êrîşan bipirsin.

Însiyatîfa Zarokên Agir jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di 17’ê Tîrmehê de li Îzmîrê otobusekê û di 19’ê Tîrmehê de jî kargeheke camê û wesayita kesekî ‘faşîst û hevkarê AKP’ê’ hatine şewitandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv