Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanJinNûçeyên Dawî

YPS/YPS-.JIN li dijî Faşizmê li 5 bajarên Tirkiyê çalakî pêkanîn

 

Di destpêka meha Gulanê de YPS û YPS-JIN’ê li dijî mêtingerî û sîxûr û nokeran pêngava tolhildanê da destpêkirin.

Ji roja ku ev pêngav hatiye testpêkirin, endamên YPS’ê li dijî faşîzmê di nava tevgerê de ne.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS-Jinê li 5 bajaran li dijî dagirkeran çalakî kirin.

Di vê navberê de Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan jî beriya bi du rojan ji televizyona me re axivî û banga mezinkirina têkoşînê li ciwanan kiribû..

YEKÎNEYA TOLHILDANÊ YA ŞEHÎD ARJÎN AMED LI 5 BAJARAN ÇALAKÎ KIRIN

Yekîneya Tolhildanê ya şehîd Arjîn Amed a YPS-Jinê têkildarî çalakiyên endamên wan li darxistine ev agahî dan.

Roja 21’ê Hezîranê li navçeya Mereşê Dûlkadîroglû fabrîkeya tekstîlê ya kesên AKP’yî hat şewitandin.

Heman rojê ser rêya Mereş-Dîlokê jî li dijî 2 depoyên fabrîkeya tekstîlê ya alîgirê AKP’ê hatin lidarxistin.

Beşek ji fabrîkeyê û 2 depoyên wê şewitîn.

21’ê Hezîranê li Odemîşa Îzmîrê 20’ê Hezîranê jî li Çorûmê wesaît û depoyên faşîstan hatin şewitandin.

19’ê Hezîranê li navçeya Stenbolê Zeytînbûrnû li sîteya sanayiyê 2 çalakiyên sabotajê pêkhat.

Atolyeya mobîlya û sîngerê ya alîgirê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bû xwelî.

16’ê Hezîranê li Aksaray, Tarlabaşi, Okmeydani û Gaziya Stenbolê 5 wesaîtên kesên alîgirên AKP û MHP’ê hatin şewitandin.

Her wiha li navçeya Stenbolê Beylîkduzê avahiyeke 7 kat a mutahîtekî faşîst hat şewitandin.

17′ û 9’ê hezîranê li navçeya Sakarya Karasû û li navçeya Sakarya Hendekê kargehên alîgirên AKP’ê hatin şewitandin.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ PÊNGAVA TOLHILDANÊ YA YPS Û YPS-JIN’Ê

JI BO TÊKBIRINA FAŞÎZMA AKP/MHP’Ê EM Ê LI HER DERÊ ÇALAKIYÊN XWE ZÊDETIR BIKIN

Yekîneya Tolhildanê ya şehîd Arjîn Amed a YPS-Jinê vê peyamê da dagirkeran.

Di roja me ya îro de li dijî êrişên dagirker berxwedaneke bêhempa li Heftanînê tê meşandin. Em jî wek şervanên YPS û YPS JIN’ê li Kurdistan û Tirkiyê şerê xweparastinê dikin. Heta ku faşîzma AKP û MHP’ê parçe bikin, em ê çalakiyên xwe li herderê zêdetir bikin û bi rihê Cenga Heftanînê bi ser bikevin.

FERMANDARÊ NPG’Ê MURAT KARAYILAN:
CIWANÊN NIKARIN XWE BIGHÎNIN GERÎLA, BILA LI CIH BEŞDARÎ XEBATÊN PARASTINÊ BIBIN

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan jî berê bi du rojan ji bernameyeke Taybet a televizyona me re axivibû û li dijî dagirkeriyê banga mezinkirina têkoşînê li ciwanan kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv