Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çapameniya cîhanê

 

Di çapemeniya Cîhanê de îro kîjan mijar derketin pêş.

Niha jî em li nûçeyên balkêş ên rojname, tv, malper û ajansên nûçeyan ên navneteweyî binêrin.

Ji Belarûsê heta Hong Kongê li seranserî cîhanê zexteke giran li ser rojnamevanan heye.

CNNê bi vê manşetê bal kişand ser zexta ku li welatên otorîter li dijî rojnamevanan zêde dibe.

CNN di nûçeyê de cih dide şahidiyên nûnerên saziyên rojnamevanan û binê van gotinên dîrektorê Komîteya Parastina rojnamevanan Joel Simon xêz dike:

Li welatên otorîter zexta li ser mafê ragihandinê her diçe zêdetir dibe.
Herî dawî li Hong Kongê zêdetirî 100 polîsî êrişî rojnameya serbixwe Appl Daily (APIL DEYLÎ) kirin. Li Belarûsê jî polîsan êrişî rojnamevanan kirin û gelek ji wan kirin binçavan.

Euronewsê jî li ser xwepêşandanên li Belarûsê yên li dijî serokdewlet Aleksandr Lûkaşenko, nûçeyek deranî pêş:

Polîsan bi çavsorî êriş birin ser xwepêşandêrên ku jinûve hilbijartina serokdewlet Aleksandr Lûkaşenko protesto dikir.

Di encama êrişan de çalakgerekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndarbûn.

Polîsan bi sedan xwepêşandêr jî kirin binçavan.

Li gel vê yekê jî xwepêşandanên dijberî Lûkaşenko berdewam in.

Protestovan îdîa dikin ku Lûkaşenko di hilbijartinê de hîle kirine.

Rojnameya Financial Timesê li ser rêbazên hevpar ên desthilatdariyê yên şefê rejîma tirk û serokdewletê Hindistanê analîzek weşand.

Li gorî rojnameyê Modî û Erdogan, her du jî bi bikaranîna olê civakê perçe dikin û her yek jê dixwaze dewleta xwe veguherîna dewleta olî.

Modî Hindûîzmê, erdogan jî îslama sûnî ji bo siyasetê bikar tînin.

Her du jî ji olên din re roj bi roj zêdetir meydanê teng dikin û mafên wan ji holê radikin.

Erdogan bi zindîkirina xeyalên vegera serdema osmanî dixwaze civakê bixapîne, , Modî jî dixwaze heman rêbazan ji bo dewleteke hindû bixe dewrê.

Reutersê îstîfakirina hukûmeta Libnanê weke yek ji nûçeyên flaş bi aboneyên xwe re parve kir.

Li gorî nûçeyê bi mezinbûna xwepêşandanan re hukûmeta libnanê neçar ma îstîfa xwe ragihîne.

Rojnameya Le Soirê jî li ser siyaseta dagirker a şefê dewleta tirk nûçeyek bi vî sernavî belav kir:

Sedsaliya avabûna tirkiyê. Erdogan hê jî dixwaze sendroma Sevrê bikar bîne.

Nivîs lîstikên osmanî yên ku Erdogan dixwaze ji nû ve bixe dewrê bibîr dixe,
û balê dikşîne bêhurmetiya wî ya li himberî peymanên navneteweyî .

Rojname herwiha li ser dîroka kolonyalîst û komkuj a dewletên tirk jî gelek agahî bi xwendevanên xwe re parve dike.

Rojnameya Le Figaro jî der barê êrişbaziya rejîma tirk û şefê wê Erdogan de, analîzek bi vê manşetê ragihand:

Divê dewletên rojava êdî pêşî li emperyalîzma erdogan bigirin.

Rojname zêdegaviyên sînornenas ên Erdogan û rayedarên din ên tirk ên li himberî welatên cîran û welatên ewrûpî bibîr dixe.

Di analîzê de hevalbendiya dewleta tirk bi DAIŞê re, binpêkirina mafên gel û baweriyên cuda li Tirkiyê, û bêhuqûqiyên din ên dewleta tirk yeko yeko tên bibîrxistin.

Di nivîsê de bêhelwestiya rayedarên welatên rojava jî wiha tê rexnekirin:

Êdî wext hatiye ewrûpa li himberî erdogan bibe xwedî helwesteke bibiryar û dawî li vê emperyalîzma wî bîne.

BBCyê jî li ser tengezariya li derya Spî ya navbera Tirkiye û Yûnanistanê nûçeyek bi vê manşetê weşand:

Dewleta tirk keştiya xwe ya bi navê Oruş Reîs şand herêma bi aloz. Li ser vê yekê artêşa Yûnan jî ket rewşa bersivdayîna êrişekê.

BBC desnîşan dike ku Yûnanistanê ev hemleya dawî ya dewleta tirk weke şantaj pênase kiriye û gotiye, emê li himberî van şantajan paş de gav navêjin û her mafê xwe biparêzin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv