Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çapemeniya Cîhanê 17.10.2020

 

LE FIGARO EDITORYAL
‘XEWNA ERDOGAN A ÎMPERETORIYÊ Û RASTIYÊ PIR DÛRÎ HEV IN’

Rojnameya Le Figaro tevî nivîsa edîtoryalê dosyayek li ser siyaseta dagirkeriyê ya şefê rejîma tirk Erdogan belav kir.

Edîtoryal bi sernavê ‘xewna Erdogan a împeretoriyê hat weşandin.

Di nivîsê de tê desnîşankirin ku siltanê nû yê tirk bi daxwazeke bêsînor ketiya nava hewldana dagirkirina xak û welatên din.

LE FIGARO
SÛRÎ, DERYA SPÎ, QEREBAX… ÎHALEYA XETERE YA ERDOGAN

Ji ber astima aborî ya welatê xwe û kêmbûna desteka ji bo AKPê, Erdoganê ji halketî, dixwaze vê qelsiya xwe bi afirandina îmaja zilamê bi hêz veşêre.

Ji bo vê yekê Erdogan bi hevkariya netewperestan, dest werdide her qadeke bi aloz a li herêmê û aloziyan sortir dike.

Di eslê xwe de tenê tiştek heye di serê Erdogan de. Ew jî ji aliyê siyasî ve xwe ragirtina li ser piyan. Lê belê wisa xuya ye, rewşa wî ya xirab û gotinên wî pir dûrî hev in.

KOVARA TIME
“AGIRBESTA NAVBERA ERMENISTAN Û AZERBEYCAN NE CIHÊ BAWERIYÊ YE”

Kovara Time di nûçeyeke xwe de îdîa kir ku agirbesta di navbera Ermenistanû Azerbaycanê de pêk hatiye, ne ciyê baweriyê ye.

Kovar bibîr dixe ku bi navbênkarî û pêşengiya Rûsyayê aliyan xwe daye ber agirbestekê, lê belê her du welat jî pêwistiyên agirbestê bi cih naynin.

Kovar ji aliyekî ve jî destnîşan dike eger ev agirbest bi serketinî bi dome, li herêmê prestîja Rûsyayê ku ji xwe têra xwe hebû, wê hê zêdetir jî bibe.

Di nûçeyê det rola dewleta tirk a di sorkirina şerê navbera aliyan de tê bibîrxistin.

JERUSALEM POST
KABÎNEYA ÎSRAÎLÊ PEYMANA AŞTIYÊ YA ÎSRAÎL Û ÎMARATÊ ERÊ KIR

Rojnameya The Jerusalem Postê li ser zeximkirina peymana Îsraîlê ya li gel Îmaratê ku meha borî pêk hat, ev agahiya nû kir manşet:

Kabîneya Hukûmetê jî peymana aştiyê ya îsraîlê li gel Îmaratê pêk anî, erê kir.

Li gorî nûçeyê wezîrên hukûmeta Îsraîlî li hev kom bûn û bi yekdengiyê dengê erê dan peymana aştiyê ya ku Îsraîlê meha borî li gel Yekîtiya Mîrekiyên Ereb îmze kiribû.

BBC WORLD
SIÛDÎ JÎ XWE JI BO PEYMANEKE LI GEL ÎSRAÎLÊ AMADE DIKE

BBCyê jî nûçeyeke li ser lihevnêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îsraîlê bi vê manşetê ragihand:

Îşaretên ku Siûdî ber bi peymaneke dîrokî ya li gel Îsraîlê ve dimeşe.

Nûçe bi kurtî wiha ye:

Erebistanê bi Îsraîlê re rûnê an an na? Bersiva vê pirsê wisa xuya ye wê di demeke nêz de xwe bide xuyakirin.

Lê belê ji daxuyaniyên rayedarên siûdî yên di demên dawî, bersiveke erênî xwe nîşan dide.

Ji ber vê yekê eger erebistana siûdî jî weke Îmarat û Bahreynê di demeke pir nêz de bi Îsraîlê re peymaneke aştiyê îmza bi ke, evê nebe surprîzek.

KOVARA NEWSWEEK
“TALÎBAN DESTEKÊ DIDE TRUMP”

Kovara Newsweekê der barê helwesta Talîbanê ya hilbijartinên Amerîkayê de nûçeyeke balkêş weşand.

Li gorî nûçeyê Talîban destekê dide jinûve hilbijartina Donald Trump.

Nûçe bi kurtî wiha ye:

Talîban destekê dide kampanya ji nû ve hilbijartina Trump, bi hêviya ku DYA hêzên xwe bi temamî ji Afganistanê vekişîne.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd ji CBC yê re bi telefonê axifî û got:

“Lîderên Talîbanê kêfxweş in ku Trump ji nexweşiya koronayê baş bûye û hêvî dikin ku

Trump di vê hilbijartinê de bi serkeve, wê hêzên amerîkî ji Afgansitanê bikişîne.”

Kovar herwiha balê dikşîne vê tesbîta lîderekî Talîban:

“Dibe ku Trump ji bo tevahiya cîhanê ucûbe be, lê belê de barê Talîbanê de ew pir bi aqil tevdigere.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv