Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji çapemeniya cîhanê çend manşet

 

“Malpera rûs Zvezda dewleta, Tirk bi îxrackirina kaosê sûcbar kir.”

“France 24’ê ragihand ku DYA, Sûdanê ji ser lîsteya reş radike.”

“Jerusalem Postê bal kişand berfirehbûna boykota malê Tirk ji aliyê şirketên
Siûdî ve.”

“Thînk Tanka Forin Affers, analîzek li ser siyaseta mîlîtarîst a serokê Amerîkayê weşand.”

Ev çend manşetên medya cîhanê ne… Ka em binêrin medya cîhanê wekî din kîjan mijaran çawa dinirxîne.

Malpera Rûsî Zvezda, siyaseta derve ya dewleta tirk bi vê manşetê pênase kir:

Îxrackirina kaosê, bû vektora bingehîn a siyaseta derve ya tirk.

Malper, şefê rejîma tirk Erdogan jî weke hosteyê rûxandinê bi nav dike û vê nirxandinê dike:

Hewldanên Erdogan ên ji bo sazkirina cîhana tirk ji Afrîkaya Bakur heta Hazarê, êdî ji bo ti kesî ne sirr in.

Wekî din fanteziyên wî yên jeopolîtîk ên ji bo padîşahiya nû jî ji aliyê herkesî ve tên ferqkirin.

Erdogan kengê hevparekî xurtir ji xwe re dibîne, dev ji her prensîbê ber dide.

Amerîkî amade ne, Sûdanê ji ser lîsteya reş rakin.

Ev manşeta nûçeyeke sereke ya France 24 e.

Nûçe bi kurtî wiha ye:

Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku Sûdan ji ser lîsteya welatên destekê didin terorîzmê wê were rakirin.

Piştî hukûmeta Sûdan ji bo qurbaniyên êrişên 1998’an ên li dijî sefaretên amerîkî yên Tanzanya û Kenyayê 335 milyon dolar tezmînatê bide, dê navê wê ji lîsteya reş were derxistin.

Jerusalem Postê nûçeyek li ser berfirehbûna boykota Erebistana Siûdî ya li himberî berhem û malên tirk bi vê manşetê ragihand:

Holdînga Siûdî ya şirketên belavkirinê jî tevlî boykotkirina berhemên Tirkiyê bû.

Zincîra herî mezin a belavkirina malê supermarketan, ragihand ku ewê nema malê tirkan li mişteriyên xwe belav bike.

Xewgeriya ber bi Şerê sêyemîn ê Cîhanê ve…

Ev manşeta analîzeke malpera Foreign(forîn Polisî) ye.

Mîlîtarîzasyona serdema rêveberiya Donald Trump wisa ye ku dikare bibe sedemê şerê sêyemîn ê cîhanê.

Otorîteya siyasî ya sîvîl a li ser lîderiya leşkerî prensîbeke bingehîn a destûrnameya amerîkî ye.

Ev normên ku pêvajoya gelek nifşan bi serketinî hatibûn parastin, tenê di çend salên rêveberiya Trump de adeta riziyan.

Trump dengên leşkerî bi ser yên sîvîl xistin, fonên dezgehên sîvîl kêm kirin û bû sedemê îstîfaya gelek rayedarên sîvîl.

Divê neyê jibîrkirin, yek ji motîfên ku bûbûn zemîna şerên cîhanî, ev baweriya zêde ya bi avantaja leşkerî bû.

Kovara Newsweek tehdîda Talîbanê ya ji nû ve gurkirina şer di hejmara xwe ya vê heftiyê de weke nûçeyeke sereke weşand.

Talîbanê DYA bi binpêkirina agirbesta li Afganistanê sûcbar kir û got, eger wisa bidomê ewê ji nû ve şer berfireh û dijwar bikin.

Berdevkê Talîbanê Karî Muhemed Yûsuf Ehmedî îdîa kir ku DYA bi êrişên hewayî yên li himberî hêzên Talîbanê agirbesta ku li Dohayê biryara wê hatibû dayîn binpê dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv