Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çapemeniya Erebî

 

Rojnameya El Ereb di hejmara xwe a îro de cih daye amadekariyên Îranê yên piştî bidawîbûna ambargiya Neteweyên Yekbûyî..

Rojname ev mijar bi vî sernavî deranîye pêş:

Ji kirînê zêdetir, Îran xwe ji bo firotina çekan amade dike

Rojname vê tesbîta xwe dispêre daxuyaniya berdevkê wezareta karê derve Seîd Xatîb-zade û wiha dibje:

Îran xwedî wê hêzên ye ku li bazara cîhanî bibe yek ji welatên herî mezin ên hilberîna çekan.

Li gorî îdîayan wê Îran tenê çekan bifroşe welatên xwedî pêdivî..

Tê gotin, ji niha ve welatên mîna Sûrî, Iraq, Afganistan û Venezuella xwe amade dikin çekan ji Îranê bikrin..

ŞERQ EL AWSAT
KAZIMÎ LI PARÎSÊ DAXWAZA PIŞTGIRIYÊ KIR

Rojnameya Şerq EL Awasat ciheke berfereh ji bo serdana Serokwezîrê Iraqê ya ji bo Fransayê veqetandiye..

Kazimî li Parîsê di nava hewldana wergirtina piştgiriyê de ye.

Di nûçeyê de tê gotin, tevî rewşa aloz û mijûlbûna Fransa bi gefa êrişa derdorên terorîst jî Fransa qebûl kir ku Kazimî pêşwazî bike..

Ev yek jî nîşan dide ku Parîs dixwaze pêwendiyên xwe li gel Bexdayê bihêz bike û zorê bidê daku gavên ber bi pêşde bavêje..

Bi vê yekê Fransa dixwaze li Iraqê bibe xwedî roleke stratejîk.

Serokwezîr Kazimî jî bi vê serdana xwe dixwaze Fransa bi dayîna piştgiriyê qani bike..

EL QUDÛS EL EREBÎ
AMERÎKA, SÛDAN JI LÎSTEYA WELATIYÊN PIŞTEVANÊN TERORÊ DERDIXÎNE

Rojnameya El Qudûs El Erebî daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Tump a derbarê Sûdanê de bi vî sernavî weşand:

Amerîka wê Sûdan ji lîsteya welatên piştevaniya terorê derxîne.

Lê ev biryara wê ji xwe ve neyê pratîzekirin.

Turmp beramberê derxistina Sûdanê ji lîsteyê şert danî pêşiya hukûmeta nû ku bi mîlyonan dolar weke tezmînat bide malbatên zerar ji terorê dîtine.

Li gorî îdîayê, hukûmeta Sûdanê erê kiriye ku 335 mîlyona dolarî bide..

Turmp jî gotiye, kêliya ku pere werin dayîn, ew ê yekser navê Sûdan ji lîsteyê derxînin..

EL YOUM 7
ERDOGAN, XWÎNMIJIYA MAL Û MILKÊN QETERÊ DIKE

Malpera El Youm 7 bandora boykota ne fermî ya hin welatên Ereb li ser Tirkiyê bi vî sernavî deranî pêş:

Erdogan careke din wê xwînmijiya mal û milkên Qeterê bike.

Di nuçe-şîroveyê de bi kurtî wiha tê gotin:

Piştî ku aboriya Enqerê zerareke mezin dît, dîktatorê Osmanî Erdogan di bin navê parastina textê Temîm Bîn Hemed, dîsa çavê xwe berdan pereyên vî welatî.

Ev siyaseta Erdogan a li hemberî Qeterê ji sala 2017’an ve dewam dike.

Bi sozên xeyalî, Emîrê Qeterê Temîn Bîn Hemed dixapîne û di encamê de mêtingeriyê dike.

Herî dawî bi wergirtina 10 mîlyar dolarî ji Qeterê, Tirkiyê hewl da xwe ji aloziya heyî xelas bike..

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv