Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çapemeniya Erebî

 

Skye Newsê bi nûçeyekê bal kişandiye ser biryara Serokwezîrê Libnanê ya jihevxistina hikumetê.

Serokwezîrê Libnanê Hessan Diyab di daxuyaniya çapemeniyê ya jihevxistina hikumetê de bi hêrs axivî û weha got:

Gendelî di nava hemû saziyên dewletê de kûr bûye, Beşek ji qada siyasî hewil da ku hemû gemara xwe bixwe stuyê hikumeta min, eşkere bû ku sîstema gendeliyê ji dewletê bihêztir e.

Beriya biryara hikumetê jî, ji roja ku teqîna Beyrûtê pêkhatibû pêla destberdana ji erka kar a rayedaran dewam kir.

Wezîra ragihandinê Menal Ebdulsemed, wezîrê hawîrdorê û geşbûna rêveberiyê Dimyanos Kattar û herî dawî wezîra dadweriyê Marî Klod, nameya destberdana ji erka xwe radestî serokwezîr kiribûn.

Herweha 8 parlementer û bayloza Libnanê li Urdunê jî heman biryar dan.

El-Hura jî bi vê manşetê bal kişandiye ser şîroveya pisporê navdar ê Îtalî Danîlo Kopî derbarê teqîna Beyrûtê de:

Hin fûze bûn sedema teqîna mezin a li Beyrûtê..

Pisporê teqînan ê navdar Danîlo Kopî ku bi navê ‘ Birêz Dînamît’ tê naskirin, eşkere kir ku teoriya dibêje teqîn tenê di encama şewata Amonyum Nitrat de pêkhatiye, ne raste.

‘Birêz Dînamît’ ango Danîlo Kopî şîroveya xwe weha dewam dike:

Teqîn di encama şewata Fûzeyên leşkerî pêkhatiye, dûmana bi rengê sorê vekirî jî di encama teqînên madeya Lithium ( Lîtyom) pêk tê, madeya Lîtyom jî weke arduyê ‘Sûtemeniya’ fûzeyan tê bikaranîn.

Di encamê de pisporê teqînan di şîroveya xwe de Hizbullaha Libnanê sûcdar dike.

Eşerq El-Ewset jî bi nûçeyekê cih daye daxuyaniya waliyê Beyrûtê Merwan Ebûd ku tê de weha dibêje:

Nasnameya gelek qurbaniyên teqînê nayê naskirin, gelek kuştî karkerên biyanî ne.

Merwan Ebûd diyar kir ku piştî teqînê, gelek karker û şofêrên Kemyonan ên biyanî wendane, ev karker di nava kuştiyan de ne, lewra jî hewildanên destnîşankirina nasnameyên wan gelekî zehmet e.

Di nûçeyê de tê eşkerekirin ku di encama teqînê de, 40 hezar avahî û 200 hezar malên derdora Bendera Beyrûtê bi awayên cuda zerar dîtine

El-Erebiyê jî bi nûçeyekê eşkere kir ku ji ber zêdebûna nakokiyan di navbera aliyan de, diyaloga ji bo çareserkirina aloziya Bendava El-Nehdayê di nava metirisiyê de ne.

Etiyopiya ku bendava El-Enehda li ser çemê Nîlê avakiriye, ragihand ku diyaloga ji bo çareseriya aloziya di navbera wan, Misir û Sûdanê de wê ji npûve destpê bike.

Raydearên Sûdanê jî diyar kirin ku heger Etriyopiya li gorî rojeva hatiye destnîşankirin tevnegere, ewê tevlî diyalogê nebin.

Hefteya derbasbûyî jî, Misir ragihand tevlîbûna xwe ya diyakogê cemidand.

Meclisa hevkariyê ya welatên kendava Farisî ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku ambargoya çekan li dijî Îranê dirêj bike.

Ev nûçe jî di ajansa Îranî Mehr News de hatiye belavkirin.

Sekreterê giştî yê welatên kendava Farisî Nayif El-Hecref bi nameyekê ji konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku ambargoya çekan a li ser Îranê dirêj bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku briyara qedexeya li ser Îranê ev 5 sal in dewam dike û wêê di 18 cotmehê de bidawî bibe.

Herweha hêjayî gotinê ye ku Welatên Ereb kendavê weke kendava Erebî bi nav dikin, Îran jî wê weke kendava Farisî binav dike.

Tevgera Talîbanan li Afganistanê ragihand ku; piştî serbestberdana girtiyan dew amade ne di nava hefteyekê de vegerin ser maseya diyalogê ya bi hikumetê re.

Ev nûçe jî ji aliyê Îlaf ve hatiye belavkirin.

Berdevkê Talîbanan Suhêl Şahîn ragihand ku piştî serbestberdana 400 endamên tevgera wan ên di zindnan de, ewê di nava hefteyekê de dest bi dilyaloga bi deselatdariyê re bikin.

Şahîn got; ku tûra pêşî ya diyalogê wê li paytexta Qeterê Dohayê pêk were.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv