BI ARGUMANÊN DAGIRKERAN DEREWAN DIKIN
ÇAPEMENIYA PDK’Ê BÛYE ANADOLUDAN GORUNUM A WEXTEKÎ
Rêbazên şerê taybet ku rêxistina kontra Jîtem û Mît’a Tirk salên 90’î bikar dianîn, îro ji aliyê dezgehên ragihandina PDK’ê ve têne dewam kirin..
Xwediyên vê siyasetê, hê jî ji vê rêbaza beriya 30 salan ku bi ser neket, bihêvî ne…
Saziya TRT ku bi taybet ji bo vî karî hatibû erkdarkirin, bi navê Anadoludan gorunum bernameyeke amade kir..
Her wexta ku gerîlla derbên giran li artêşa Tirk didan, pêşkêşvanê vê bernamê Guntaç Aktan di bin parastina esker û cerdevanan de dest bi amadekirina nûçeyên reşkirinê dikir..
Komkujiyên dewleta Tirk kirî, valakirin û şewitandina bi hezaran gundên Kurdan, kuştina zarok û jinan dixist stûyê gerîlla.
Û li gel vê rastiya ber biçav jî niha hin dezgehên ragihandinê li Başûrê Kurdistanê ku girêdayî PDK’ê, dane pey şopa TRT û bernameya “Anadoldan Gorunum”.
Çapemeniya PDK’ê ev çend roj in îdîa dike ku QSD, YPG, YPJ’ê zarok revandine, wan biçek kirine.
Hesabê binavê Proaktîf Atolye ku li ser tevna twîtterê nûçegihaniyê dike, da pey meselê û bi belge û dîmenan derewên dezgehên PDK’yî raxist ber çavan.
Proaktîf Atolye xwe gihand malbatên zarokên mijara gotinê û helwesta wan li dijî şerê taybet bi raya giştî re parve kir.
Em ê jî weke 3 beşan cih bidin peyam û gotinên wan zarok û malbatan.
Di vê beşê de em ê rastiyê ji devê Diyar Fuad Ahmet, Lîna Abdulbakî û malbatên wan.
Diyar Fuad Ahmet di destpêka axaftina xwe de dibêje: Ez nehatime revandin
Dayika wî dibêje hevalan ji ber ku emrê wî biçûk bû kurê min vegerandin malê…
Bavê Diyar jî dibêje, bila ew xwînfiroş îftirayê li me nekin…
Lîna Abdulbaqî jî dîsa di çapemeniya PDK’ê de weke ku ji aliyê YPG’ê ve hatiye revandin hat nîşandan.
Lîna dibêje; min xwest ez li dijî DAIŞ’ê şer bikim lê hevalan got emerê te biçûk e û ez vegerandim…
Bavê Lîna, Abdulbaqî ku ew bi xwe endamekî QSD’ê ye derbarê derewên ragihandina PDK’ê de agahî dan