Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Çapemeniya Welatên Rojava: Tirkiyê koçberan li dijî Ewropayê bikar tîne

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li Idlibê derb xwar, berê penaberên li Tirkiyeyê da Ewropayê. Ev yek rojeva sereke ya medya dewletên rojavayî ye.

Medya DYE’yê diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî penaberan weke amûreke şantajê bi kar tîne. Medya Ewropayê jî li peymana ‘vegerandinê’ ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê dipirse û dibêje, “Ji destpêkê ve diviyabû ji Erdogan bawer nekiribûna.”

‘TIRKIYE VEGUHERÎ BAZIRGANÊN MIROVAN’

Di nûçeya New York Tîmesê de ya bi îmzeya Matîna Stevîs-Grîdneff hate ragihandin, piştî ku artêşa Tirk li Idlibê derba giran xwar, Erdogan ji bo hîn bêhtir piştgiriyê ji Ewropayê werbigire penaber li ser sînor kom kir.

Rojnameyê cih da daxuyaniya hikumeta Yewnanistanê ku ji bo Tirkiyeyê dibêje, “Li şûna ku pêşî li torên bazirganên koçber û penaberan bigire bûye bazirganê mirovan.”

WASHÎNGTON POST: RÛSYA WÊ NEXWAZE BIKEVE ŞER

Di analîza Washîngton Postê de ya bi îmzeya Lîz Sly, hate ragihandin ku piştî derbên giran ên li Idlibê li artêşa Tirk hatin xistin, Rûsya ji bo navbera xwe bi dewleta Tirk re xera neke çavên xwe li hin êrişên Tirkiyeyê yê li Sûriyeyê girt. Di analîzê de hate gotin, “Berjewendiyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê çi siyasî çi jî aborî hatin ewlekirin, lewma ti feyda Rûsyayê bi şerekî li dijî endamê NATO’yê Tirkiyeyê re nîne.”

DÎE WELT: BAWERÎ BI ERDOGAN NAYÊ, DI DESTPÊKÊ DE ŞAŞITÎ HATE KIRIN

Rojnameya Dîe Welt a Elman jî bi îmzeya Chrîstoph B. Schîltz cih da nûçeyeke bi sernavê “Ji destpêkê ve şaş bû ku bawerî bi Tirkiyeyê hate anîn”. Di nûçeyê de li “peymana vegerandinê” ya navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê tê pirsîn. Di nivîsê de hate ragihandin ku divê Yekîtiya Ewropa serê xwe li ber şantajên Erdogan netewîne û hate gotin, “Di vê lîstikê de zilamê nebaş ê rastî Rûsya ye.”

‘NABE KU YEKÎTIYA EWROPA CIH BIDE ŞANTAJÊN ERDOGAN’

Di nivîsê de hate ragihandin ku Yekîtiya Ewropa nabe ku destûrê bide Erdogan ku kengî bixwaze şantajê bike” û hate gotin, “Ji Adara 2016’an ve Ewropî baweriya xwe bi peymaneke bi Tirkiyeyê re anî ku ev yek ji destpêkê ve şaş bû. Ev peymana ku ji aliyê şansolye Merkel ve hate destpêkirin, Yewnanistan gelekî tengav kir.”

LE MONDE: QADA HEWAYÎ BI PEYMANA SOÇÎ HATE VEKIRIN

Rojnameya Le Monde ya Fransayê bi sernavê “Cotêrişên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan” bi îmzeya Marîe Jêgo gotarek weşand. Di gotarê de hate ragihandin ku Erdogan bi rêya penaberan gefê li Ewropayê dixwe û bi vî rengî dixwaze piştgiriyê ji bo operasyonên xwe yên li Sûriyeyê werbigire. Di nûçeyê de hate ragihandin ku Rûsyayê beşek ji qada hewayî ya Idlibê li artêşa Tirk vekiriye û ev yek jî li gorî peymana Soçî kiriye.

GÛARDÎAN GOTINÊN ŞANTAJÊ YÊN ERDOGAN BI BÎR XIST

Di nûçeya rojnameya Îngiliz The Gûardîan de ya bi îmzeya Danîel Boffey hate bibîrxistin, ku li gorî peymana di sala 2016’an de di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê hate îmzekirin bi berdêla 6 milyar Euroyî divê penaber li Tirkiyeyê bimînin. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku piştî li Idlibê derb xwar dewleta Tirk ji bo karibe piştgiriyeke xurtir ji Ewropayê werbigire derî li penaberan vekir.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv