Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES’ê çêbikin! 24.10.2020

WAN – Tê xwestin ku li Geliyê Zîlanê Santrala Hîdroelektrîkê (HES) bê çêkirin. Lê belê ji bo vê projeya navbirî biryara “Ne hewceyî ÇED’ê ye” hat dayîn. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî pandemî ji xwe re kir firsend û biryara ji bo ÇED’ê parast.

Di sala 1930’yî de li Geliyê Zîlanê bi hezaran mirov hatibûn qetilkirin. Lê belê niha tê xwestin vê derê bi Projeya Hîdroelektrîkê (HES) ji holê rabikin. Xebatên di bin navê “Zîlan Regulatoriyê û Projeya HES” tên kirin bênavber didomin.
ÎTIRAZ KIRIBÛN 
Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr a Walîtiya Wanê, di 30’yê Adara 2012’an de ji bo projeya navbirî biryar dabû ku pêdivî bi Nirxandina Hîkarî ya Hawirdoriyê (ÇED) tuneye. Piştî vê biryarê Şîrketa Hilberandina Ceryanê ya Gokakimê jî ruxset stend û di sala 2014’an de dest bi projeya HES’ê kiribû. Lê belê wê çaxê welatiyan û hin rêxistinên civaka sivîl li ber vê biryarê rabûbûn û îtiraz kriibûn. Piştî îtrazkirinê Şûraya Dewletê jî çêkirina HES’ê dabû sekinandin. Lê belê vê carê jî Desteya Wezîran ji bo erdên ku wê HES li ser bê çêkirin zûzûka biryara îstimlaqkirinê dabû. Vê carê welatiyan serî li dadgehê dabû û diyarkiribûn ku ew debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin, heger ev HES bê çêkirin û ekolojî bê texrîbkirin wê nikaribin debara xwe bikin û wê ji bêgavî koç bikin.
ŞEWB JI BO WAN BÛ KEYSLÊANÎN 
Lê belê şîrketê ji ber şewba Covîd-19’ê keys lê anî û serê salê cardin dest bi çêkirina înşeata HES’ê kir. Çend roj berê serokomartiyê ji bo hin erdên li herêmê biryara “îstimlaqkirinê” da. Ev biryar di Rojnameya Fermî de jî hat weşandin.
Lê belê li aliyê din jî têkoşîan welatiyan didome. Hin welatî li ber biryara “Pêdivî bi ÇED’ê tune ye ” rabûn û serî li Dadgeha Îdareyê ya 1’em a Wanê dan. Piştî serlêdanê welatiyan jî ji Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê agahî xwestin. Wezaretêjî nivîsek şandiye û di nivîsa xwe de gotiye “pirsgirêk tune ye” û biryara “Pêdivî bi ÇED’ê tune ye” parastiye.
Her wiha wezaretê di nivîsa xwe de gotiye, revîzyon û zêdekirina kapasîteya projeya HES’ê di sala 2014’an de hatiye pesend kirine û revîzyon û zêdekirina kapasîteya projeyê jî ne di nava sînorên Taxa Koçkopruyê de ye û gotiye, ava ku were bendavê jî wê nebe sedema tu guherînan û wê kêm nebe.
Tew wezaretê gotiye ji ber ku wê bi projeya Zîlanê ava bi awayekî rêk û pêk biherike û bi saya vê pêşî li ber lehî û tiştên din jî bê girtin û proje wekî projeyek kêr hatî nîşan daye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv