WEZÎRÊ KARÊ DERVE YÊ TIRK, BI DEVKÎ ÊRIŞÎ HEMPÎŞEYA XWE YA SWÊDÎ ANN LINDE KIR
LINDE: XWEZÎ WELATIYÊN TIRKIYÊ JÎ WEKÎ WEZÎRÊ TIRK XWEDÎ MAFÊ ÎFADEKIRINÊ BÛNA
Dewleta Tirk ne tenê li hemberî welat û axên xelkê êrişbaz e, wê êrişbaziya xwe di warê dîplomasiyê de jî îspat kir.
Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû, di civîna çapemeniyê ya hevpar de bi uslûbek hişk êrîşî Wezîra Karê Derve yê Swêdî Ann Lînde kir.
Û ev hereketa derveyî pîvanên dîplomasiyê, di mala xwe de, li Enqerê kir.
Wezîra Swêdî bêyî ku zimanê xwe yê dîplomatîk xera bike, wezîrê Tirk rezîl kir.
Dewleta Tirk di qada navneteweyî de ne tenê qanûnan binpê dike, ew pîvanên nezaketê jî dixe bin lingan.
Vê yekê, careke din bi awayê herî zelal, li civîna wezîrên karên derve yên Tirk û Swêdî xwe nîşan da.
Wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu û hempîşeya wî ya Swêdî Ann Lînde piştî hevdîtinekê, li Enqerê civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.
Piştî axaftina Çavuşoglu, wezîra Swêdî Ann Lînde jî nirxandinek kir.
Lînde di axaftina xwe de diyar kir, ew dewleta Tirk hişyar dikin, ji herêmên ku li Sûriyê dagir kirine vekişe û dawî li binpêkirina mafên mirovan bîne.
Berî ku axaftina Ann Lînde biqede, wezîrê Tirk bi awayekî bi temamî li derveyî pîvanên dîplomatîk gotina wê birrî û bi uslûbeke pir qeba kete nava parastina dewleta xwe.
Wî bi deqeyan gotin li wezîra Swêdî venegerand û li himberî welatê wê jî dest bi sûcbariyên bêbingeh kir.
Piştî bi deqeyan, Çavuşoglu êdî neçar ma dora axaftinê bide wezîra swêdî.
Ann Lînde, bêyî ku hêrs bibe, pir bi kurtî ev bersiv da bênezaketiya Çavuşgolu:
“Ez mêvanê we me, li vir ezê bi we re nekevim nava gufgutoyekê. Lê belê ez tenê hêvî dikim ku herkesê li Tirkiye bibe xwedî derfeta xwe îfadekirinê weke ku birêz wezîr jî li vir bi rihetî xwe îfade dike.”