CEJNA CÛMAYA ŞÊX HADÎ
ÎSAL JI BER WEFATA RÊBERÊ RÛHANÎ YÊ ÊZIDIYAN BABE ŞÊX, CEJN NAYÊ PÎROZKIRIN
Li Laleşa Pîroz ji bo Êzidiyan cejna Cûmaya Şêx Hadî dest pê kir.
Wateya vê cejnê serdana cihên pîroz e.
Lê îsal ji ber wefata rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx cejn nayê pîrozkirin.
Hevalê me Birahîm Êzidî li ser Cejnê raportek amade kir.