Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemal Bohesen: Planên Erdogan xeteriyeke mezin li ser ewlehiya netewî ya Erebî ye 28.09.2020

Sekreterê giştî yê Însiyatîfa Parlementoya  Erebî Cemal Bohesen got, gefa herî xeternak a li ser ewlehiya netewî ya Erebî, planên Erdogan ên vegerandina împeratoriya Osmanî ne.  Bohesen bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bi berpirsiyariyên xwe rabe.

Sekreterê Giştî yê Însiyatîfa Parlementoya Erebî û endamê berê yê parlamantoya Bahreynê Cemal Bohesen diyar kir gefa herî xeternak a li ser ewelehiya netewî ya erebî, planên Erdogan ên vegerandina serwerî û împeratoriya Osmanî ne û got, serokkomarê Tirk hewl dide bi rêya destwerdanê serweriya Tirkiyê li dewletên erebî ferz bike, ku gelê Ereb û civaka navneteweyî vê yekê red dike.

Bohesen ji ANHA`yê re destnîşan kir ku zordariya rejîma Erdogan zêde bûye û ji ber wê yekê civaka erebî û navneteweyî kiryarên Erdogan li Sûriyê, Lîbya û Iraqê red dike û wiha domand: “Erdogan yekeser destwerdana leşkerî li van dewletan kir, ev yek tê wateya dagirkeriya biyanî ya Tirkî ji dewletên Ereb re. Tevahî cîhanê rûxandin û ziyana ku ji ber rejîma Tirkiyê li wan dewletan pêk hatiye, dîtin. Tirkiyê sivîl kuştin, dan koçberkirin û bajar û gund rûxandin.”

Bohesen wiha lê zêde kir: “Sûcên niha Tirkiyê pêk tîne, serdema dagirkeriya Osmanî ji dewletên Ereb re ya bi navê dewleta Îslamî, tîne bîra me. Dewleta Osmanî wê demê heman kiryarên Erdogan ên kuştin, koçberkirin û rûxandinê, pêk dianî.”

Her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ji dewletên Ereb re dagirkeriyeke zordar e û got: “Rejîma Tirk mîlîsên terorîst ji bo kuştinê li kêleka artêşa xwe, bi kar tîne. Gelek raporên îstixbaratê yên cîhanî û Erebî vê yekê piştrast dikin.”

Sekreterê Giştî yê Însiyatîfa Parlementoya Erebî eşkere kir ku armanca rejîma Erdogan ji dagirkirina dewletên Ereb, bidestxistina berhemên binerd û destkeftiyên gelan e, ku bi navê rizgarkirina wan ji bindestiya rejîmên heyî xaka wan dagir dike.

Bohesen destnîşan kir ku armanca sereke ya rejîma Tirk vegerandina împeratoriya Tirk e û serweriya destkeftiyên gelên Ereb e.

Her wiha diyar kir ku rejîma Tirk bi dawî û encamên van kiryaran nafikire û destnîşan kir ku êdî gelê Ereb ji van kiryarên bê berpirsiyarî “pir bi hêrs e”.

Sekreterê giştî yê Însiyatîfa Parlementoya Erebî Cemal Bohesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li gorî pîvan û rêgezên navneteweyî kiryarên Tirkiyê dagirkeriya zelal a dewletên xwedî serwerî ye. Ji civaka navneteweyî  tê xwestin ku serwerî û serxwebûna van dewletan ji van kiryarên bê berpirsiyarî, biparêze.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv