Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: Bi pêşengiya Rêber APO dîroka Kurdistanê ji nû ve hat nivîsandin

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand..

Bayik dibêje 15’ê Tebaxê di dewreke zor û zehmet de, bi îmkanên herî kêm pêk hat, lê derbên giran li dagirkerî û mêtingeriyê da. Ev yek jî di dîroka Kurdistanê de bû soza serkeftinê.

Bayik behsa kesayeta Fermandar Egîd jî kir û got eger şer û xebat li gorî rihê fermandar Egîd were bi rêvebirin, serkeftin muheqeq e.

CEMÎL BAYIK: BI PÊŞENGIYA RÊBER APO, DÎROKA KURDISTANÊ JI NÛ VE HAT NIVÎSANDIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji Ajansa Firatê re nixand…

Bayik bi bîr xist ku encama pêngava ku bi biryardariya Rêber Apo destpêkir, guhertinên bingehîn di nava dîroka gelê Kurd de peyda kir û wiha got:

PKK’ê li Kurdistanê, pêşî dest bi têkoşîna afirandina Kurd azad û xwedî îrade kir. Têkoşîna salên 1978 û 1979’an li Hîlwan û Siwêregê mînaka vê yekê bûn.

Êdî tevgera azadiya Kurd gav bi gav li her devera Kurdistanê belav bû.

Li hemberî vê, faşîzma 12’ê Îlonê biryara qirkirina gelê Kurd da..

Û weke navnîşana pêşî ya vê biryarê jî Zindan hilbijart.

Pêşnegên PKK’ê li zindanê xwedî li nasnameya PKK’ê derketin û bi berxwedaneke mezin bersiv dan êrişa qirkirinê.
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK: BIRYARA DESTPÊKIRINA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ, SOZA PKK’Ê YA SERKEFTINÊ BÛ
Bi hêza berxwedana zindanan, Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê ji bo zindîkirina îradeya gelê Kurd destpêkir.

PKK’ê bi vê pêngava mezin re ev peyam da, em hene û ti hêz wê nikaribe me tine bike.

Û 15’ê Tebaxê di pêvajoyeke zor û zehmet de, bi derfetên herî kêm derbên giran li dagirkerî û mêtingeriyê da..

Ev yek di dîroka Kurdistanê de bû soza serkeftinê.

Cemîl Bayik anî ziman ku tişta hiştî pêngava 15’ê Tebaxê biserkeve, hêzê îdeolojîk a tevgera azadiyê bû û wiha dewam kir:

Îdeolojiya hemdem û asoyê siyaseta PKK’ê, paîverûtiya dewleta Tirk û herêma Rojhilata Navîn bi awayekî zelal raxist ber çavan.

Bi saya pêngava 15’ê Tebaxê êdî doza gelê Kurd li her deverê belav bû.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di nirxandina xwe de îşaret bi rola fermandar Mahsum Korkmaz jî kir û wiha got:

Dema em behsa 15’ê Tebaxê dikin, rastiya fermandar Egîd, rihê wî yê têkoşer û biryardariya wî tê bîra mirovan.

Rêber Apo kesayeta fermandar Egîd wiha pênase kiribû:

Wî nîşanî her kesî da bê kar gerîllatiya 24 saetan çawa pêk tê. Egîd bi kesayet û sekna xwe bû sembola fermandarê serkeftî. Her gavê bi serkeftina gerîlla bawer bû.

Cemîl Bayik anî ziman ku di her qonaxa têkoşînê de, zindîkirina rihê fermandar Egîd wê têkbirina dijminê Kurdistanê, misoger bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv