Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayîk: Di konferansa 1’ê de biryara şerê dem dirêj hate dayin 23.11.2020

 

PKK’Ê 42 SAL LI DÛ XWE HIŞTIN
CEMÎL BAYÎK: DI KONFERANSA 1’Ê DE BIRYARA ŞERÊ DEM DIRÊJ HATE DAYÎN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk diyar kir ku Rêber Apo li qada Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna rizgariyê stratejiyeke nû ji bo PKK’ê bi pêş xist.

Biryara “Şerê Gel ê Dem-dirêj” hat dayîn.

Konferansa yekemîn berisva herî bi hêz a li dijî 12’ê Îlonê bû.

Stratejiya şerê li Kurdistanê bi 3 qonaxan hat destnîşankirin; Parastin, hevsengî û êriş.

PKK’Ê 42 SAL LI DÛ XWE HIŞTIN
CEMÎL BAYÎK: 15’Ê TEBAXÊ BÛ DESTPÊKIRINA ŞERÊ BÊ NAVBER LI KURDISTANÊ

Der barê Pêngava 15’ê Tebaxê de jî ku gelê kurd weke cejna vejînê bi nav dike Cemîl Bayik diyar kir ku bi vê pênagava dîrokî pêvajoya şerê gerîla ê bê navber li Kurdistanê destpêkir.

15 Tebaxê weke “Roja Vejînê” hate pênasekirin.

Rêber Apo şer û serhildanên gel derbasî asteke siyasî kir.

Rêber Apo 1988’an peyama çareseriya siyasî da

Agirbesta sala 1993’an encama vê hewldanê bû.

PKK’Ê 42 SAL LI DÛ XWE HIŞTIN
CEMÎL BAYÎK: RÊBER APO 1993’AN RÊYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK HILBIJART

Cemîl Bayik diyar kir ku Rêber Apo, bi vê pêngavê re rêya çareseriya siyasî û demokratîk hilbijart. Lê bersiva dewleta Tirk, israra di siyaseta qirkirinê de bû.

Bi kuştina Turgut Ozal re, dewletê pêşî li çareseriyê girt.

Li dijî şerxwaziya dewletê Rêber Apo ket nava hewldanan.

Stratejiya nû bi temamî xwe dispart serhildana gel.

Cemîl Bayik proseya stratejiya nû û siyaseta zilhêzên cîhanî û dewleta tirk jî bi vî awayî şîrove kirin
Ji ber ku dewletê ev yek weke zeyftiya tevgera me dît, bi serêkêşiya AKP û Erdogan êrişên giran destpêkirin û bi vî awayî pêvajo bi dawî bû.

Pêngava 1’ê Hezîranê nîşan da ku wê komplo bi ser nekevin.

Bi vê biryardariyê, PKK derbasî sala 43’yan dibe.

3 nifşên Kurd bi têkoşîna PKK’ê re mezin bûn.

Gel bû xwedî nasname û şerê azadiyê veguherî têkoşîna gel.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv