Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: Li dijî komplo û tecrîdê îradeyeke bêhempa ya Rêber Apo heye 10.10.2020

 

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
‘LI DIJÎ KOMPLO Û TECRÎDÊ ÎRADEYEKE BÊHEMPA YA RÊBER APO HEYE’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameyeke taybet ya Medya Haberê.

Cemil Bayik pêşî şehîdên çalakiyên “hun nikarin roja me tarî bikin” bibîranîn û bi wesileya Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan da xuya kirin ku Komplo herçend bi qismî hatibe bêtesîr kirin jî hê bi temamî bi dawî nebûye.

Bayik behsa xwedîderketina gel ya li rêber Apo kir û got, gelê Kurd azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibîne.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
ROLA GELEK HÊZÊN SERDEST A DI KOMPLOYÊ DE NÎŞANEYA XETA RAST A RÊBER APO YE

Bayik bal kişand ser aliyê navnetewî yê komployê û got: li Cîhanê nûmûneya komployeke bi vî awayî berfireh nîne ku ewqas hêz, rêxsitinên îstixbaratî û dewletên cihêreng tê de rol leyistibin. Ev jî nîşan dide ka rêber APO û PKK’ê çiqas li ser rêyeke rast in, bi hêz in û ji bo gelan bûne hêviya jiyaneke azad.

Cemîl Bayik di axaftina xwe de bi berfirehî qala aloziya li Rojhilata Navîn û cîhanê kir û tecrîda li ser Rêber APO wek parçeyek ji vê projeya kaosê pênase kir.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
CEMÎL BAYIK: AZADIYA RÊBER APO TÊ WATEYA AZADIYA GELÊ KURD Û ROJHILATA NAVÎN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” jî bi berfirehî nirxand û bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd plana xwe ya qirkirinê xistiye dewrê.

Bayik wiha behsa armanca pêngavê kir:

“Di vê pêngavê de, hedefa me ya yekemîn azadiya rêber Apo ye. Azadiya wî tê wateya azadiya gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata navîn. Xwedîderketina li rêbertiyê, ji aliyê exlaqî û wijdanî ve mecbûriyeteke. Tekoşîna me û ya rêber APO ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelên Rohhilata Navîn e.”

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
ÎLANKIRINA 10’Ê COTMEHÊ YA JI BO AZADIYA OCALAN A CÎHANÎ XEBATEKE PIR WATEDAR E

Mijareke din ku Cemîl Bayik şîrove kir, Însiyatîfa navnetwî ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ bû.

Bayik biryara hin rêxistinên mafên mirovan ku 10’ê Cotmehê weke Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî îlan kirin weke “xebateke pir watedar” pênase kir ê got Ev hewldanên bi vî rengî piştrast dike ka paradîgmaya rêber APO çiqas bi bandor e û xwedî aliyeke gerdûnî ye.

Hevserokê konseya rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bibîrxist ku dewleta trik ne tenê ji aliyê eskerî û siyasî ve herwiha ji aliyû psîkolojîk ve li dijî gelê Kurd şerekî taybet daye destpêkirin, û got:

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
ÊDÎ HEM LI HUNDIR Û HEM JÎ DERVE DOR LI REJÎMA FAŞÎST A AKP/MHP’Ê TENG BÛYE

“Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê ji bo bigêhêje armanca xwe ya tinekirina Kurdan bi her awayî dixwaze bi mejiyê gel bileyîze. Lê belê ji derveyî qeter û PDK’ê kes li pişt nemaye. Û hem li hundir û hem jî li derve êdî dor li wan pir teng bûye.”

Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera komkujiya Enqerê jî, kesên ku di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dijî faşîzma AKP/MHP’ê tifaq û hevgirtina xwe xurt bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv