Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayîk pêvajoya salên pêşî yên damezrandinê ji ANFê re nirxand 23.11.2020

 

PKK’Ê 42 SAL LI DÛ XWE HIŞTIN
CEMÎL BAYÎK PÊVAJOYA SALÊN PÊŞÎ YÊN DAMEZRANDINÊ JI ANF’Ê RE NIRXAND

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk, salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê ji Ajansa Firatê re nirxand..

Cemîl Bayik bi bîr xist ku Rêber Apo ji nava tevgera ciwanên şoreşger a sala 1968’an hatiye û wiha behsa wê pêvajoyê kir:

Piştî danûstandinên li gel pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyê yên mîna Mahîr Çayan, doza Kurd û Kurdistanê bandoreke mezin li Rêber Apo dike.

Bihara 1973’yan tevî 5 hevalan li Bendava Çûbûkê kom dibe..

Rêber Apo li wir dibêje “Kurdistan dagirkirî ye.”

Beşdarên wê civînê dibin hîmê pêşî yê Koma Apoci.

Di salên 1974-1975’an de, têgeha “şerê rizgariyê” pêş dikeve.

Û ji bo vê bi dehan kadroyên pêşeng têne amadekirin.

PKK’Ê 42 SAL LI DÛ XWE HIŞTIN
CEMÎL BAYÎK: 1976’AN BÛ SALA VEGERA JI BO KURDISTANÊ

Cemîl Bayik destnîşan kir ku di çileya 1976’an di civîna li Enqere Dîkmenê biryara vegera
welat tê dayîn;

Li Dîlok, Dersîm, Riha û Batmanê xebat dest pê dikin.

Rêber Apo jî ji Elezîzê destpêkir û gav bi gav li Kurdistanê geriya.

Li gel kadro û alîgirên tevgerê civîn pêk anîn.

Êdî dema civakbûyînê hatibû.

PKK’Ê 42 SAL LI DÛ XWE HIŞTIN
ŞEHADETA HAKÎ KARER VEGUHERÎ HÎMÊ NASNAMEYA TÊKOŞÎNÊ

Cemîl Bayik diyar kir ku sala 1977’an, Rêber Apo civîna dawî tevî 80 kesî li Dîlokê pêk anî û ji wir careke din berê xwe da Enqerê.

Di 18’ê Gulana 1977″an de Hakî Karer hat şehîstxistin.

Şehadeta Hakî Karer bû hîmê têkoşînê.

Piştî şehadeta Hakî Karer partî hat damezrandin.

PKK’Ê 42 SAL LI DÛ XWE HIŞTIN
BI KONGREYA LI FÎSÊ RE PÊVAJOYA AZADIYÊ DESTPÊKIR

Têkildarî pêvajoya damezrandina PKK’ê, Cemîl Bayik diyar kir ku rojên ku amadekariya kongreya damezrandinê dihate kirin, li Hîlwanê şerê li dijî hevkarên dewletê eşîreta Suleymanan hebû. Ji ber vê çendê amadekarîbi awayekî veşartî dihatin kirin.

Bi komên 3 kesî em li mala Seyfettîn Zogurlu kom bûn.

Civîn 2 rojan ji aliyê heval Xeyrî Durmuş ve hat birêvebirin.

Êdî li Kurdistanê PKK’ê hebû û pêvajoya azadiyê dest pê kir.

Di çalakiya li dijî Celal Bucak, PKK’ê bi fermî hat ragihandin.

Cemîl Bayik geşedanên piştî çalakiyê jî wiha vegot; Piştî îlana PKK’ê dewleta tirk jî weke bersiv yekser Komkujiya Mereşê pêk anî û amadekariyên cuntaya leşkerî ji bo darbeyê dest pê kirin. Rêber Apo ku xeterê dît, biryara derketinê da û berê tevgerê da qada Rojhilata Navîn.

Ev jî hatin dîtin

Rojnamevan Farûk Sakik beşdarî bernameya Heftename bû û sansura Facebookê li dijî rûpela Stêrk TV’yê nirxand 17.01.2021

Stêrk Tv

Li dijî sensora Facebook li ser rûpela me Kampanya #FacebookUnblockSterkTV

Stêrk Tv

Li Fransa qanûna ewlekariyê ya şopandina her kesî rasta nerazîbûnek xurt tê 17.01.2021

Stêrk Tv

4 ciwanên Êzidî li kampên PDK’ê xwe kuştin 17.01.2021

Stêrk Tv

Berxwedana Şengaliyan: ‘Kî îradeya me nasneke, emê jî wan nas nekin 17.01.2021

Stêrk Tv

Artêşa tirk tevî tankan çekên giran vediguhêze herêma di navbera Til Temir û Zirganê 17.01.2021

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!