Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: PKK’ê Partiyeke Newrozê ye

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV de Newroza 2020’an û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê nirxand.

Adar meha serhildanê ye, pîrozbahiyên 8’ê Adarê hebûn. Li aliyekî de jî komkujî hene di Adarê de. Di 12’ê Adarê de komkujiya Qamişlo heye, di 16’ê Adara 1976’an de li Beyazitê ciwanên çepgir ên zanîngehê hatine qetilkirin, di 1988’an de komkujiya herî mezin a li ser Helepçeyê hatiye kirin.

Wekî diyalektîka têkoşînê serhildan û komkujî hene. Tevgera we di Newrozê de bingeha PKK’ê danî û Hefteya Qehremaniyê heye. Ji bo van rojên girîng ên di sala 2020’an de hûn dixwazin çi bibêjin?

Di Adarê de evqasî qetlîam hebin, ev tişt encama siyaseta li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê ne. Heta ku li Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd û demokrasiyê hebe û ev pirsgirêk neyên çareserkirin, ev qetlîam wê bidomin. Divê her kes vî tiştî bibîne.

Heke naxwazin ku ev qetlîam çêbibin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurd û demokrasiyê têkoşîn were geşkirin. Wê demê ew ê pêşiya qetlîaman were girtin. Bi vê wesîleyê hemû şehîdên di van qetlîaman de bi hurmet bi bîr tînim. Ew şehîdên demokrasî û azadiyê ne, şehîdên gelan in. Ne bi tenê şehîdên rêxistinekê yan jî yê gelekî ne. Ew şehîdên mirovayetiyê ne.

Di meha Adarê de him serhildanên mezin hene û him jî şehadetên mezin tê de hene. Di Adarê de gelek rojên girîng hene. Yek ji van rojan jî 8’ê Adarê ye. Belkî 8’ê Adarê derbas bû, lê 8’ê Adarê ne bi tenê rojek e. PKK wê wekî rojekê bi tenê nabîne. Hemû rojên salê wekî 8’ê Adarê dibîne.

Bi vê wesîleyê ez roja jinan li hemû jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê pîroz dikim.

Rêber Apo azadiya gelan di azadiya jinan de dît. Azadiya jin, zilam û civakê di azadiya jinan de dît. Ji bo jinan îdeolojiya azadiyê geş kir. Jin wê çawa xwe birêxistin bikin wê çawa têbikoşin, pergal û şêwaza wê ava kir û da destê jinên Kurd û jinên cîhanê.

Berê jî jinan li hemberî desthilatdariya mêran û dewletê nerazîbûna xwe diyar dikir lê îdeolojiya wê, ew ê xwe çawa birêxistin bikin û têbikoşin, nizanibûn. Rêber Apo bingeha pergala têkoşînê ava kir.

 

Li ser vî esasî jinên Kurd dest bi têkoşînê kir. 8’ê Adarê ne ev roj e ku jin alîkariyê bidin hev û hin derfetan bi hev re par ve bikin. Belkî berê wisa bû lê îro ne wisa ye. Bi felsefe û pergala ku Rêber Apo ji bo jinan ava kiriye, jin êdî cîhan û dinyayê diguherîne û li ser vî esasî têkoşîna jinan xurt dibe. Desthilatdariya mêran a li ser dewlet û îktîdarê dihejîne. Ji ber vê jî di jiyanê de guhertineke mezin bi pêş dikeve.

Jinên Kurd pêşengiya vî tiştî dikin. Him jinên Kurd dide nas kirin, him jî pirsgirêk û têkoşîna Kurd dide naskirin. Ji ber vê jî jinên dinyayê berê xwe didin jinên Kurd. Ji jinên Kurd hêzê werdigirin. Keda Rêber Apo ya ji bo jinên Kurd û jinên cîhanê jî divê baş were fêmkirin. Çiqasî were fêmkirin, jin xurt dibe, mêr xurt dibe û civak jî xurt dibe, mirovayetî jî dikare pergala koletiyê ji holê rake û bigihêje armanca xwe.

Niha meha Adarê ji bo partiya me û gelê me jî gelekî girîng e. Kurd Cejna Newrozê pîroz dikin lê ev cejn ne bi tenê ya Kurdan e. Ev cejna gelan e, ya gelên bindest e. Newroz li dijî zilm, bêedaletiyê ye. Newroz li dijî koletiyê ye, berxwedana ji bo azadiyê ye, serhildan e, hevkarî ye.

 

Wateya cejnê ev e. Hemû şoreş û hêzên demokrasiyê bi ruhê Newrozê li dijî faşîzm û desthilatdariyê têdikoşe. Bi yekîtiya gelan, bi tifaqan çêdibe. PKK jî di rojeke Newrozê de çêbû. Li ser ruhê Newrozê ava bû. Ruhê Newrozê bû ruha PKK’ê. Di ruhê Newrozê de berxwedan, serhildan, yekîtî esas e. Mirov li dîroka PKK’ê binihêre, dîroka PKK’ê li ser vî esasî xurt bûye.

PKK’ê rojên Newrozê ji bo xwe wekî Kongreyeke Neteweyî dîtiye. Gelê Kurd di wê kongreyê de hestên xwe, daxwazên xwe, armancên xwe tîne ziman. Tiştên ku di Newrozan de dibin armanc, wê salê didin armanca têkoşînê. Him ji bo gelê Kurd û him jî ji bo PKK’ê wisa ye. Daxwazên gel ên di Newrozê de ji xwe re dike esas û li ser wî esasî têdikoşe. Newroz him ji bo gelê me û him jî ji bo gelên bindest, destpêka salê ye. Di destpêka salê de mirov, civak û xweza xwe nû dike.

Kêmasî û şaşîtiyên xwe ji holê radike, xwe paqij dike da ku di wê salê de karibe bigihêje hedef û armancên xwe. Ji bo me jî û ji bo gelê me jî Newroz tê wateya vî tiştî. Heta niha jî li ser vî esasî tevgera me û gelê dimeşe. Di Newrozê de gelek serhildan û berxwedan hene. Van serhildanan di civaka Kurdan de guhertinên mezin çêkirine. Civakeke nû kesayetiyeke nû ava kirine.

Di van serhildanan de gelek şoreş pêk hatin. Şoreşên neteweyî, çandî,civakî, demokratîk û jin pêk hatine. Şoreş di nav şoreşê de pêk hatiye. Vî tiştî di civakê de guhertineke esas çêkiriye. Ji ber vê jî Rêper Apo got, “Civaka Newrozê. Gelê Kurd gelê Newrozê û gelê serhildanê ye.” Têkiliya wê bi dîrokê re çêkir. Di dîrokê de çawa ku li hemberî Dehaq tifaq çêbûn, îro jî divê li hemberî Dehaqên nû tifaqên demokrasiyê were çêkirin. Divê tifaqa gelan çêbibe da ku Dehaqên niha jî têk biçin.

Ev tişt li pêş me û li pêş hemû gelan e. Bi tifaqa gelan em dikarin Dehaqên nû wekî Dehaqê di dîrokê de têk bibin. Di vî warî de gelek hevalên me qehremanî kirin û şehadet çêbûn. Di şexsê şehîdên Newrozê de, hemû şehîdên me bi hurmet bi bîr tînim. Yek ji şehîdê me yê mezin heval Mazlûm Dogan e û yek jî hevalê Egîd (Mahsûn Korkmaz) e. Ev her du kesayet jî kesayetên mezin in.

Di van kesayetan de rûhê Newrozê, ruhê PKK’ê û ruhê Rêber Apo heye. Ev ruhê azadî û demokrasiyê ye. Ji ber jî ev kesayetên mezin in. Gelê me û tevgera me, xwe bi van kesayetiyan îfade dike. Ji ber vê jî ne di nav partiya me de, ne di nav gelê me de û ne jî di dîrokê de nayên jibîrkirin. Cihekî wan ê taybet hene. Ew rêberiya me dikin.

Di wan salên dawîn de li Amedê di 28’ê Adarê de serhildaneke pir mezin çêbûbû?

Rast e di sala 2006’an de wê serhildana mezin çêbûbû. Wê serhildana Amedê di qonaxa serhildanan de peleke nû ye, asteke nû ye. Li ser hemû serhildanan pêş ket û gihişt lûtkeyê. Ev serhildan bi rojan berdewam kir. Ev rastiya civakî ya Amedê ye.

Ruhê Amedê hate ziman. Gelê me yê li Amedê bi vê serhildanê re xwe zêdetir xurttir kir. Di nav gelê me yê Amedê de ruhê azadiyê heye, ew ruh mezintir kir. Gelê Amedê bû gelê Newrozê, bû gelê Serhildanê. Bi vê wesîleyê silavên xwe ji gelê me yê Amedê re pêşkêş dikim.

Yek jî Sema Yûce wê hevalê jî berxwedaneke mezin pêş xist. Heta got: ‘Mûyeke xiyanetê jî di xwe de nahêlim.’ Ev ji bo tevahî tevgera me û gelê me peyamek bû. Yanî divê kes bi xiyanetê nejî, heta xiyanetê tine bike. Ev peyameke pir mezin e ji bo gelê Kurd.

Ji ber ku heta niha gelê Kurd çi derbeya xwariye, di kurmê darê bi xwe de xwariye. Sema Yûce ev tişt anî ziman. Yanî divê gelê Kurd vê fam bike. Dema fam kir jî dikar ji bo azadiyê jî têkoşînê bike. Wê bikare li dijî xiyanetê jî di her şert û mercî de jî bisekine.

Dîsa di meha Adarê de destaneke mezin Mahîr Çayan hevalê wî li Qoserê pêk anî. Ev yek jî li hemû civaka Tirkiyeyê da jiyanîkirin. Vê yekê şoreşgeran dan diyarkirin. Ango yên ku dixwazin li Tirkiyeyê şoreşê pêş bixin, ê çawa pêş bixin? Bi kîjan rêyê pêş bixin? Ew dan nîşandan.

Yanî îtifaqa rêxistinê şoreşgerên sosyalîst dan diyarkirin. Eger ku îtifaq çêbibin, mirov dikare li dijî faşîzmê bisekine, dijî dagirkerî, deshiltatî û koledariyê wer dikare biserkine. Ev peyama ku Mahîr Çayan û hevalên wî li Qoserê dayîn, ji bo wê peyameke pir mezin e. Ew peyame Rêber Apo jî tevgera me jî bo xwe esas girt û li ser wê peyamê tekoşîna xwe berdewam kir.

We hinek behsa wê kir, ez dixwazim bi giştî ji bo gelê ku xwe bi Newrozê îfade dikin, bi newrozê hebûna xwe pêk anî, gelên bindest ên cîhanê, Rojhilata Navînû û bi taybet gelê Kurd divê Newroza sala 2020’an çawa pêşwazî bikin?

Niha Newroz ruhê îtifaqê dixwaze, yekîtiyê dixwaze, berxwedan û azadiyê dixwaze. Ji bo wê Newroza 2020’ê ew ruhê ji bo her kesê esas e. Yanî di nava Kurdan de îtifaq bê pêşxistin, dîsa navbera Kurdan û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê de pêşxistin, navbera Kurdan û hêzên sosyalîst ên demokrasî û azadiyê li cîhanê pêşxistin esas e. Niha Tevgera me li ser wî esasî têkoşîna xwe pêş dixe. Newroza îsal di rewşeke pir dijwar û krîtîk de tê pîrozkirin.

Ji ber ku li her berşên Kurdistanê li ser Kurdan êrîş heye, siyaseta qirkirinê tê pêşxistin. Li ser Rêber Apo siyaseta ku tê meşandin siyaseteke hovan û heta niha li dinê li ser kesê nehatiye meşandin. Dîsa li ser gelê me li Bakur, siyaseta ku tê meşandin her kes dizen, gelek kes tê girtin, kuştin, êşkence, sazî tên girtin ev tev hene. Ên ku li parlemenê ne tên girtin, şaredarî tên girtin û hevşaredar tên girtin.

Cezayên pir giran û kêfî tên dayîn. Yanî li ser gelê me siyasetekekî qirkirinê tê meşandin. Ê li Rojava, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, gelek cihên din Bab û gelek deverên din hatine dagirkirin. Li wan deveran jî siyaseta qirkirinê dimeşîne. Ji bo wê di bin vê siyaseta qirkirinê de, di bin tesfiyekirina PKK’ê de em Newrozê pîroz dikin. Ji bo wê gelê me divê li her cihê tevlî Newrozê bibe.

Ne li hinek cihan, divê Newroz li hemû cihan bê pîrozkirin. Her kes divê têde cih bigire û peyamên xwe jî baş bide diyarkirin. Yanî dewleta Tirkiye bimîne ku fam bike ev siyaseta ku li ser gel dide meşandin çi encam naade. Eger bi sekna xwe, bi berxwedana xwe, bi serhildanên xwe bi helwesta xwe wer pêş xist, wê wextê wê dewleta Tirkiyeyê wê vê bifikire, ew siyaseta ku li ser Rêber Apo, gel û gerîla dimeşîn, li ser hemû parçeyên Kurdistanê dimeşîne encameke berovajî dide.

Wê wextê wê dest ji wê siyasertê berde. Eger ku bernade, diyare di helwestê me de lewaziyê dibîne. Gelê me divê vê bibîne. Ji bo wê divê helwestê xwe zelaltir û hê xurtir pêş bixe ku dewleta Tirkiyeyê nikaribe wê siyasetê bimeşîne. A rast ew e vê Newrozê ji bo wê bibe Newroza hewlestek li dijî Tirkiyeyê bê pêşxistin. Ji bo ev siyaseta ku tê pêşxistin, bê têkbirin.

Nirxandinên we û tesbît û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan hevdu temam dikin. Berê gotibû; ‘Tifaqa demokrasiyê’ ji bo bakur, Tirkiye û hêzên muxalefet pêşniyar kiribû. Van nirxandinên xwe yên dawî de jî gotiye; ‘Hûn lingê siyemînin.’Her çiqas nexwest jî min bibînin, bi tekoşîna xwe, xwe îfade bikin, xwe hêz bikin bidin nîşandan, bibin lingê sêyem. Li bakur û Tirkiyeyê muxalefet vê peyama Rêber Abdullah Ocalan çawa fam bikin.?

Yanî li Tirkiyeyê muxalefetek heye, lê ev muxalefet lewaz e. Nikare erka xwe pêk bîne. Desthilta AKP-MHP’ê li ber ketinê ye. Eger muxalefetekî xurt ew dikare bikeve. Rêya demakrasiya li Tirkiyeyê pêş bikeve. Sîstemeke demokratrîk wê pêş bikeve. Ew siyaseta ku li ser Kurd, li ser hêzên demokratîk tên meşandin wê dawî bibe. Lê muxalefet erka xwe pêk nanîne.

Ji bo wê AKP-MHP ji vê sûdê digire, ser piya xwe digire. Heta wextê ku kete zorî û zehmetiyê ku bikeve, çawa Elmanya, Emerîka hema alîkariyê dikin, muxalefetên ku li Tirkiyeyê bi taybet CHP eynî wê dike. Dibeze dibe lingekî wan. Li ser wê desthilatê dimîne. Ji bo wê li Tirkiyeyê hêza demokrasî ya esas ê ku di HDP’ê de pêş dikeve. Ew hêz esas demokrasî û muxalefet e.

Ji bo wê Rêber Apo dibêje; ‘Maseyek li ser du lingan nikare bisekine’ dive lingek din jî hebe ku li ser sê lingan bisekine. Ê lingê siyemîn jî hêzên demorasî ya HDP’ê ye û hêzên li HDP’ê gihiştine hevin. HDP jî îtifaqeke, gelek hêzê têde hene. Lê ya girîng ev tifaq bese an ne? Divê hê zêdetir xwe fireh bike. Elewî hene, gelên din hene. Olên din hene, jin hene, ciwan hene, yên xwedî ket hene. Rewşenbîr hene, yanî gelek hêzên li dijî faşîzmê hene, hêzên demokrasî û azadiyê esas digirin hene.

Lazime ev hemû hemiyan himêz bike. Îtfaqa heyî teng e, divê fireh bike. Wê demê wê daxwaziyên gelê Tirkiyeyê bikare pêk bîne. A rast ew e, tiştên ku Rêber Apo jî pêşniyar dike ew e. Yanî şoreş jî bê tifaq nabe. Ji bo sîstema demokrasî pêşxistinê jî bê îtifaq nabe, li dijî faşîzmê sekin jî bê îtifaq nabe. Enceq bi îtifaqa mirov dikare li dijî faşîzmê bisekine, mirov dikare demokrsiyê pêş bixe, şoreşê pêş bixe. Wezîfe li ber her kesê ew e.

Niha bi rêbazên şerê taybet û derûnî dixwazin civakê bicewistînin, bi taybet li Bakur û Tirkiyeyê giştî, dibêje ‘me bi hezaran operasyon kiriye û bi hezar gerîla dikujin.’ Rojane ev ji aliyê muxatibên wan ve tê derewandin. Herî dawî li Eyn Îsa jî gotibû me 34 şervan YPG’ê kuştin.

Heman tişt ev nûçeyên derbarê Qendîl û Qadên Parastina Gel de derbas dibe. Hinek nivîskar û analîz dibêjin esas bi van nûçeyan, bi van tekmîlên ji civakê re didin dixwazin hilweşandina xwe veşêrin hûn vê çawa şîrove dikin.?

Niha dewleta Tirkiyeyê dewleteke xwe li ser şerê taybet hatiye avakirin. Eger ku şerê taybet nemeşîne, ew dewlet nikare berdewam bike. Her tim ji bo xwe dijmin peyda dike, nebe jî peyda dike ku bikare şerê taybet bimeşîne ku civakê zeîf bike û bê taqet bike, teslîm bigire ku bikare hebûna xwe bike. Ev ji bo wê ye. Niha desthilata AKP-MHP’ê şerê taybet hê zêdetir xurt dimeşîne.

Ezmûnên Tirkiyeyê hemû wergirtiye li ser wê ezmûnê wî şerî hê kûrtir dimeşîne û şerê derûnî jî lê zêdekiriye. Hem şerê taybet hem jî derûnî bi hev re dimeşîne. Ji bo ku vî şerî bimeşîne ku li serê civakê tevlîhev bike ku civak rastî û şaştî ji hev derbixe, bi gelek derew, xapandinan jî bikare wan bixapîne. Hemû çapemeniya Tirkiyeyê çi nivîskî û çi bideng û çî bi dîmen hemû bi dest xwe xistiye. Di navendekê de şerê derûnî belav dike. Hemû televîzyon, rojname û radyo vê belav dike.

Yanî wer kirine ku kes nikare bifikire. Wer kirine yanî yek nikare rexeneyeke biçûk bike. Yê bike jî, xiyanet binav dike. Hûn li djiî me ne, li dijî Tirkiyeyê ne. Hûn zilamên hinek hêzanin ku dixwazin Tirkiyeyê xira bike. Wer dike ku her kes bêdeng bike. Sûcdar dikin, dixin bin tohmetan ku bikarin desthilatdariya xwe bimeşînin.
Niha berê digotin; ragihandina mehmetçîk, vê ragihandinê her roj digotin; ‘me evqas PKK kuştin, me dawî kir, em îsal temam dikin.’ Wer bername çêdikirin.

Bi vê jî dixwestin ku gelê Kurd gelê Tirkiyeyê hemû bixapîne. Pêşiya tekoşînê bigirin ku tefiye bikin. Feqet ku çiqas pêş xistin encam negirt. Niha jî ragihandina hewûz a nêzîkî AKP, hevkar; tiştên ku berê ragihandina mehmetçîk pêş dixist niha ew pêşdixin, heta ji wan hê xurtir pêş dixin. Gelek derewên mezin dikin, gelek tiştên nerast belav dikin. Dibêjin; ‘me PKK qedand’, Madem xilas kirin ew çi operasyon in tên kirin. Madem xilaskirin ew çi şerê taybet û derûnî ne.

Ev jî diyar dike hemû direwan dike. Dibêjin, ‘me Rojava evqas li Qendîl evqas kuşt’ ti eleqa xwe nîne. Tu bêjî yek jî şehîd neketine. Lê bi vê dixwazin moralên şervanan xirabikin, dixwazin moralên gelê Kurd xirab bikin. Dixwazin li aliyê Tirkiyeyê jî moralê bide gel, yên ku li gel wan ku moralên wan her diçe xirab diçe. Yên ku berê dengên xwe didan AKP-MHP gelek dev ji wan berdane. Êdî baweriyên xwe bi wan naîne. Çima? Ji ber ku ew ol pir xirab bikar tîne. Çawa li Kurdistan eroîn bikar tîne, ol jî wer bikar tîne. Yanî dijminatiya mezin AKP’ê hê pêş xist.

Ji bo vê yê ku berê li gel AKP’ê niha dibêjin ew projeya me ‘îslama siyasî’ têk çûye. Kê têk bir? Erdogan têk bir. Bi îtîfaqa MHP’ê re. Niha li Kurdistanê şerekî pir gemarî, qirêjî dikin. Dixwazin her kesek jî ji vê bawer bike. Ê ku bawer nekin jî digirin dixin zindanan. Yan jî dibêjin, lazim e li Tirkiyê nemînî. Siyaseteke wiha niha li ser civakê dimeşînîn. Çima? Ji ber ku pir qels ketine.

Ê qels her dem zextê zêde dike, da ku bikaribe li ser desthilatiyê bimîne. Her dem faşîst û dîktator, ên li dijî gelan, ên li dijî demokrasî û azadiyê, her dem zext daye ber xwe. Çikû encex bi vêya dikare civakê bêtesîr bike, li ser piyan bisekine. Vêya kêm bike dikeve. Em li dîrokê binerin, çi faşîstan ti caran zexta xwe kêm nekirine. Dîktatoran kêm nekirine.

Daîm her ku çûye zêde kirine, her ku çûye xwestin ku tirsê zêdetir bikin, da ku bikaribin bimînin, vê jî dawiya wan aniye. Niha li Tirkiyê jî AKP-MHP’ê vê dikin, bi vê siyaseta xwe dawiya xwe tînin. Dijminatiya li Kurdan, li demokrasiyê her ku diçe hê bêhtir zêde dike, ji bo vê jî her ku diçe hê bêhtir teşîr dibe, baweriya kesî zêde pê namîne, her ku diçe bawerî kêm dibe, ev jî dawiya wan tîne.

Di ragihandinê de, di nava gel de bi taybet di van demên dawî de, li Bakurê Kurdistanê, nexasim li Botanê, dibêjin dewletê hilweşandina exlaqê daye ber xwe û bi rengî bi ser gel de diçe. Ev jî weke beşek ji rejîma qirkirinê ye. Gelê Botanê divê çawa li vê binere?

Niha desthilatdariya faşîst, desthilatdariya ku dagirkeriyê, qirkirinê esas werdigirin her dem xirakirina exlaqê li ber xwe datînin. Çikû, civakek bi exlaqê li ser piyan dimîne. Ku dixwazî civakekê ji holê rake ya qeweta ku li dijî te ye divê ji holê rakî, ku bikaribî desthilatdariya xwe bimeşîne, lazim e tu exlaq xira bikî, ku exlaq xira bû her tişt xira dibe.

Heke niha AKP-MHP’ê li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî jî li hin mintiqeyan, weke Botanê ku dixwazin exlaq xira bikin, sebaba wê ew e ku dixwaze Kurdan ji holê rake, bi navê Kurd û Kurdistanê tiştekî li holê nehêle. Ji bo vê dest davêje exlaq. Çikû, yê ku civakê li gel hev dihêle, li ser piyan dihêle û dide jiyîn exlaq e. Vê dizanin ji ber vê hicûmê dibine ser exlaq, da ku bikaribin civaka Kurd belav bikin, tesîrê li ser bikin û ji holê rakin.

Niha em binerin, dewleta Tirkiye çi dibêje? Dibêje,”teyareyên me hene, keşfên me hene, ajanên me, mîtên me, polîsên me, jandarmayên me hene, em li ser PKK’ê, li ser gerîla 24 saeetan kontrolê çêdikin, li kûderê çi hebe di bin kontrola me de ye.

Ê baş e, wekî wiha ye li Kurdistanê, eroîn li her cihî tê firotin, hem jî hinek polîs vê difiroşin. Hinek ajan difiroşin, hinek çete difiroşin, hinek efser û jinan wan difiroşin, li ber çavê her kesî difiroşin, çima van nagirin? Eroînê di nav ciwanên Kurd de berbelav dikin, da ku bikaribin ciwanan xira bikin. Fihûşê pêş dixin, eroînê pêş dixin. Ajantiyê pêş dixin, ev hemû dewlet pêş dixe. Ev siyaseta dewletê ye. Çikû dixwaze Kurdan ji holê rake, ku exlaq ji holê rakir dikare Kurdan ji holê rake.

Exlaq jî, bi fihûşê, bi eroînê, bi ajantiyê dikarin ji holê rakin. Ciwanan teşvîkî vê dikin. Heta li Sêrtê hinek fihûş çêbûn herhal, hinek nerazîbûn rexne pêşketin, ku ne şaş bim waliyê wê derê got, ‘li şûna biçin çiya, biçin nava gerîla bila fûhûşê bikin baştir e’. Ev waliyê Tirkiyeyê ye. Ev nîşan dide ku ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê. Lazime gelê me bizanibe ku dewleta Tirkiyeyê fûhûşê, ajantiyê û diziyê, eroînê bi zanebûn dike ku civaka Kurd têk bibe.

Dema ku ev yek ji ciwanan dest pê kir dikarin civaka Kurd têk bibin. Ciwanan dikişînin nava vê. Ji ber wê birçîbûnê li Kurdistanê bi pêş dixînin, aboriyê xera dikin, talan dikin ku civakê bi birçîbûnê bikişîne siyaseta xwe, mecbûrî xwe bike, ku civak nikaribe ji aliyê aborî ve xwe bide jiyankirin wê mûxtacî wan bibe. Wê demê wê wan bikişîne eroînê, fûhûşê, diziyê, ajantiyê ku bikaribe bi wî rengî civakê ji holê rabike. Vê siyasetê dimeşînin. Botan cihê berxwedan, serhildanê ye. Cihê ku nirxê gelê Kurd hatine avakirin ku Botan ji bo xwe esas werdigirin ku exlaqê civaka me ya Botanê têk bibin, ji bo wê dixwazin têk bibin. Yanî li Botanê dixwazin civakê têk bibin, ku karibin li hemû cihan têk bibin.

Ji ber ku Botan weke sembola berxwedana gelê Kurd e, gerîla ye, nirxên hatiye avakirin e. Berxwedan, serhildan bi giranî li wê herêmê pêk hatin. Ji ber wan serhildanan civak şiyar bû, nû bû, zane bû, guhertin tê de çêbû. Dixwazin tolhildanê ji gelê Botanê werbigirin. Di şexsê Botan de ji tevahiya gelê Kurd werbigirin. Ji ber wê lazim e hemû gelê me li zarokên xwe, li xwe, malbata xwe, li cîranê xwe, li mirovên xwe xwedî derkeve. Li gundê xwe, li kolanên xwe xwedî derkeve.

Eger xwe baş bi rêxistin bike, xwe, zarokên xwe, malbata xwe li ser zimanê Kurdî, li ser nirxên Kurdî, li ser çanda Kurdî, li ser rastiya civaka Kurd xwe bi rêxistin bike wê demê dewlet nikare siyasetê bimeşîne. Li gundekî xwe bi rêxistin bike wê çawa vana bimeşîne. Ya jî li bajarekî, li kolanekê gel xwe baş bi rêxistin bike, li wê kolanê wê çawa fûhûşê bidin kirin, çawa eroînê pêş bixe, wê çaxa diziyê bidin kirin. Nikarin. Eger em naxwazin dewlet me ji holê rabikin, lazime em li xwe xwedî derkevin.

Rêber Apo ji ber wê got ‘Xwebûn’ yanî li xwe xwedîderketin, li her tiştê xwe xwedîderketin. Siyaseta dagirker ku da pêşiya me qebûl nekin, li dijî wê siyasetê rawestin. Ev wezîfeya her însanekî Kurd e. Eger wer bisekinin, wer xwe bi rêxistin bikin, wer têkoşînê bikin dewleta Tirkiyeyê nikare civaka Kurd ji holê rabike. Wê demê wê mecbûrî civaka Kurd bibin, wê bêjin werin em pirsgirêkan çareser bikin.

Mesela hinek berpirsyarên Tirkan dibêjin, berê me digot êdî me Kurdistan winda kir em ê çawa temamî winda nekin, ji bo wê me hinek hevdîtin çêdikirin. Niha hinek me kontrola xwe kiriye, ne hewce ye em hevdîtinan bikin. Bi vê jî nêzîkbûna xwe ji her alî ve diyar dikin. Çima hevdîtinan çêdikin, ji bo çi çêdikin? Ne ku pirsgirêkan çareser dikin, ji bo ku Kurdistanê winda nekin. Taktîkan dikin yanî. Lazime gelê me di van de hişyar be. Li ser van esasan careke din ez cejna Newrozê li gelê me, li însaniyetê pîroz dikim. Ji bo her kesî serketinê dixwazim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv