HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ KU LI HERÊMÊ PÊŞ KETIYE BERHEMA RÊBER APO Û PKK’Ê YE
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di bernameya Taybet a televîzyona me de bandora PKK’ê li ser siyaseta Kurd û Rojhilata navîn nirxand.
Cemîl Bayik diyar kir, têkoşîna azadiyê ku li herêmê pêşketiya berhema Rêber Apo û PKK’ê ye.
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
RÊBER APO LI ROJHILATA NAVÎN BÛYE HÊVIYA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ
Ji ber vê yekê jî Cemîl Bayik got; armanca êrîşan tinekirina têkoşîna Azadiyê ye.
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
RÊBER APO FORMULA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN HEMÛ MIROVAHIYÊ YE
Cemîl Bayik, Rêber Apo wekî formula çareseriya pirsgirêkên hemû mirovahiyê pênase kir û got;
Di dîrokê de ti kesî wekî Rêber Apo têkoşîna azadiya jin, demokrasî û ekolojiyê neda ye.
Ji ber vê yekê jî hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê got;
Bêyî Rêber Apo, PKK û gerîla ti caran siyaset nayê meşandin û çareserî nabe.
Ji ber van sedeman jî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzkî her diçe li dinyayê belav dibe.