Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: Siyaseta qirker-faşîst a dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de, li dijî hemû gelan tê birêvebirin 24.09.2020

 

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
EM HEMÛ DEYNDARÊ RÊBER APO NE, DIVÊ BERPIRSIYARIYÊN XWE BICIH BÎNIN

“Bi vê pêngavê hem wê gelê Kurd biserkeve, hem jî wê ji bo gelên din serkeftinê bîne…”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk bi van gotinan pêngava “Dem dema azadiyê ye” nirxand.

Cemîl Bayîk got:

Êdî gelê Kurd û dostên xwe hemû dibêjin; Dem hatiye ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe…”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, bi berfirehî pêngavê nirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona me bû.

Cemîl Bayik, pêngava KCK’ê ya “Dem dema azadiyê ye” bi berfirehî nirxand.

Destpêkê alî û kesên ku piştgirî dane silav kir û serkeftinê xwest.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê bi taybetî bal kişand ser rewşa Rêber Apo.

Cemîl Bayîk ji ber van sedeman jî got; em hemû deyndarê Rêber Apo ne, divê herkes berpirsiyariyên xwe bicih bînin.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
SIYASETA QIRKER-FAŞÎST A DEWLETA TIRK DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE, LI DIJÎ HEMÛ GELAN TÊ BIRÊVEBIRIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, azadiya Rêber Apo wekî azadiya gelê Kurd destnîşan kir.

Cemîl Bayik, ji ber van sedeman jî diyar kir ku siyaseta qirker û faşîst a dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de, li dijî hemû gelan tê meşandin.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
DI ENCAMA NÎQAŞÊN BERFIREH DE, BIRYAR HAT GIRTIN KU PÊNGAVEKE WIHA BÊ DESTPÊKIRIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê li ser sedemên pêngavê jî sekinî.

Cemîl Bayik, serî de gelê Kurd bang li herkesên azadîxwaz jî kir ku tevlî pêngavê bibin.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
BI VÊ PÊNGAVÊ EM DIXWAZIN NIRXÊN ME AVAKIRINE BIGÎHÎNIN ENCAMÊ Û SERKEFTINÊ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê pêngavên berê jî bibîr xist û da zanîn ku tenê ji bo beşeke Kurdistanê pêk dihatin.
Cemîl Bayik, li ser dema ragihandina pêngavê jî sekinî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di vê çerçoveyê de diyar kir ku Kurd di wextê de gav navêjin wê firsend ji destê wan biçin.

Ev jî hatin dîtin

Parlamenterên Iraqê li dijî planên PDK’ê daxwaza lêkolînê kirin 27.10.2020

Stêrk Tv

Mûrat Karayilan: Sîstema li Îmraliyê navnetewî ye û Konseya Ewrûpayê jî berpirsiyar e 27.10.2020

Stêrk Tv

Arêz Abdullah: Daxuyaniya Encumena Asayişê bê bingeh e û siyasî ye 27.10.2020

Stêrk Tv

Rojnamevan Kerem Çîftçî: Tê hewldan komployek nû lidar bêxin 27.10.2020

Stêrk Tv

Mûrat Karayilan: PDK xwe ji şer re amade dike 27.10.2020

Stêrk Tv

Li Biradostê êrişên dewleta Tirk a dagirker 27.10.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!