HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
TÊKÎLIYÊN DEWLETA TIRK TENÊ BI QETER Û PDK’Ê RE MAYE
Hevserokê Konseya Rêveber di dewama bernameyê de li ser têkiliyên PDK’ê û dewleta Tirk jî sekinî.
Cemîl Bayik da zanîn ku têkildiyên dewleta Tirk tenê bi Qeter û PDK’ê re maye û got:
PDK her di nava hewldanan de ye ku dagirkeriya dewleta Tirk rewa nîşan bide.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, li ser dagirkeriya dewleta Tirk û nêzîkatiyên PDK’ê sekinî.
Cemîl Bayik da zanîn ku bi hilweşîna siyaseta qirker a dewleta Tirk re, hezkirin û hêviyeke mezin ji bo Kurdan ava bûye.
Kurd divê ji derfetên derketine holê sûdê werbigirin.
Di vê çerçoveyê de Cemîl bayik, da zanîn ku hin aliyên siyasî yên Kurd, bi dagirkirinê re bûne yek û hê jî siyaseta dewleta Tirk rast dibînin.
HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
PDK RADIBE Û RÛDINÊ SIYASETA QIRKER Û DAGIRKER A DEWLETA TIRK REWA DIKE
Cemîl Bayik diyar kir ku Kurd nikarin vê yekê qebûl bikin.
PKK li dijî vê siyasetê disekine û têkoşînê dimeşîne.