Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: Têkoşîna ku xwe nespêre azadiya Rêber Apo bi ser nakeve 06.10.2020

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
CEMÎL BAYIK: TÊKOŞÎNA KU XWE NESPÊRE AZADIYA RÊBER APO BI SER NAKEVE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derheqê Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ji ANF’ê re axivî.

Cemîl Bayik destnîşan kir, ku hedefa sereke ya pêngavê bi awayekî fizîkî azadkirina Rêber Apo ye û got:

Her tişta bêyî azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd were gotin, wê ji demagojiyê pê ve ne tiştekî din be.

Ji ber vê yekê tam jî dema azadkirina Rêber Apo ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ya Konseya Rêveber a KCK’ê 10’ê Îlonê ragihandî ji Ajansa nûçeyan a Firatê-ANFê re axivî.

Li ser hedefa herî girîng a pêngavê Cemîl Bayik wiha got:

Hedefa sereke pêkanîna azadiya Rêber Apo ye.

Ti têkoşîna xwe nespêre vê yekê nikare biserkeve.

Kesên xwedî li nirxên têkoşîna ji bo gel û welatê xwe derdikevin, xwedî têkoşîneke xurt û serketî ne.

Ji bo her gelî û civakê qanûna herî bingehîn a serketinê eve.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser ked, têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ya ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê jî:

Rojek û saeteke Rêber Apo ya vala jî nîne, ku ji bo çareseriyê li rê û rêbazên afrîner negere.

di bin her serketina Rêbertiyê de, ev rastî heye.

Ji ber vê yekê xwedîderketina li Rêbertiyê, ji aliyê exlaqî û wijdanî ve mecbûriyeteke.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
CEMÎL BAYIK: RÊBER APO HÊZA HERÎ MEZIN A KURD AFIRAND

Cemîl Bayik bibîrxist, ku Kurd di nîvê sedsala 20. de di xewa mirinê de bûn û wiha got:

Di Bihara 1973’yan de Rêber Apo ji 5 hevalên xwe re got,

“Kurdistan mêtîngehe. Divê ev gel û welat ji mêtîngeriyê werin rizgarkirin û Kurdistan bibe welatekî serbixwe.”

Ji wê rojê heta niha her nefesa Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd û gelên herêmê ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Rêber Apo hêza herî xurt a Kurd afirand û wiha got:

Niha ev rastiya Kurd a ku Rêber Apo afirandî ye hêza herî mezin a Kurd e.

Ji ber vê yekê em deyndarê Rêber Apo ne.

Emê rabin bêjin, “Rêber Apo ev û ev bi me dan bidestxistin” û ji bo azadiya wî emê tiştekî nekin? Ev nabe.

Divê di hedefa me de azadiya Rêbertiyê hebe, ji ber ku ev yek deynê me ye.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
CEMÎL BAYIK: ŞERT Û MERC AZADKIRINA RÊBER APO LI ME FERZ DIKIN

Cemîl Bayik anî ziman, ku her tişta bêyî azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd were gotin, wê ji demagojiyê pê ve ne tiştekî din be.

Şert û merc, qonaxa niha em tê de, têkoşîna azadkirina Rêber Apo li me ferz dike.

Li cîhanê mînakeke din a weke xwedîderketina li Rêber Apo nîne.

Nirx û destkeftiyên xwedîderketina bênavber a 22 salan gihiştî ye hêza azadkirina Rêber Apo.

Êdî tehemûla gelê Kurd nema û hew dixwaze Rêberê xwe li zindanê bibîne.

Êdî tam jî dema azadkirina Rêber Apo ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv