CENGA HEFTANÎNÊ
KEÇ Û XORTÊN KURD BI MORALEKÎ BILIND BERÊ XWE DIDIN ÇALAKIYAN
Li Heftanînê gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî dagirkeriya Tirk di cengeke giran de ne.
Roj nîne, ku keç û xortên Kurdan derbê li dagirkeriya Tirk a li Heftanînê nedin.
Her roj bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê radibin.
Bi moralekî zêde berê wan li çeperên çalakiyê ye.
Timî bi rûkenî û serbilindî diçin cenga li dijî dagirkeran.
Li ser zimanê wan, tolhildan û hesreta azadiyê li ser dilê wan…
Barhilgirên hevrêyên xwe ne li ser her bosta xaka pîroz.
Di şert û mercên herî giran ên vê serdemê de gerîlatiyê dikin û dîsa jî dibêjin, “çalakiya me diviya bû hîn serketîtir bûya.”
Ew bi pariyê nanê xwe yê ji tenûra kedê çavtêr û diltêr in…
Her cara berê xwe didin çalakiyê û li dijmin didin, tirsa wêrekiya xwe dixin dilê wî.
Dema diçin, dema vedigerin… Ji bo wan ferq nake timî rûken, timî serketî ne.