PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA HEFTENÎNÊ
LI GIRÊN XAÇ Û ÎNDÎRME YÊN XANTÛRÊ 3 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên dawî yên gerîlaya eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, gerîlayên HPG û YJA-Starê 10’ê Mijdarê li Heftenînê li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan.
Gerîlayên bi pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftenînê rabûn û li herêma Xantûrê dagirkerên li Girê Xaçê kirin hedef.
Di encamê de çeperek hat rûxandin, 2 esker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.
Heman rojê gerîlayan li dijî dagirkerên li ser girê Îndîrme jî çalakiyeke sûîkastê kirin.
Li vir jî eskere hat kuştin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî ev agahî dan.
Roja 7’ê Mijdarê dora gundê Şêhê ya Garê, 8’ê Mijdarê dora gundê Lewcê ya Qendîlê;
9’ê Mijdarê jî qada Kolîtê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer bombebaran kir.
Di êrişê de ti zirar li gerîlayan nebû.