Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Cezeyê 6 sal girtîgeh li nivîskar Gulgeş Deryaspî hat birîn

 

Dijminahiya dewleta tirk li zimanê kurdî berdewam dike.

Her kî ji vî zimanî hez bike û ji bo vî zimanî kedê bide, dibe kelem di çavê dewleta tirk de.

Nivîskar Gulgeş Deryaspî jî nivîskareke kurd a berhemdar e.

Ji ber vê ye ku daraza tirk zêdetirî şeş salan cezayê hepsê dayê.

CEZA LI NIVÎSKAR GULGEŞ DERYASPÎ BIRÎN
BI HINCETA ENDAMA RÊXISINÊ YE 6 SAL CEZAYÊ ZINDANÊ LÊ BIRÎN

Nivîskar Gulgeş Deryaspî di 25’ê tîrmeha 2019’an de ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve li Bedlîsê hat binçavkirin.

Der barê nivîskara kurd de bi hinceta endama rêxistinê ye doz hat vekirin.

3’ê kanûnê runiştina dozê pêk hat, nivîskar tevî parêzerê xwe Burhan Aksoy tevlî dozê bûn û îdiayên dozgeriyê redkirin.

Tevî vê jî dewleta Tirk bi hinceta entamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê da wê.

Nivîskar Gulgeş Deryaspî endama PEN’a Navnetewî ye û heta niha sê pirtûkên bi navê “Tariya Bi tav”, “Xezal” û “Ez ne ez im” nivîsîye.

Ev jî hatin dîtin

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

15:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv