Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Chomsky: Şoreşa Rojava mûcîze ye, divê cîhan vê bibîne 16.01.2021

Rewşenbîr û nivîskarê DYE’yî Noam Chomsky ku ji bo Zanîngeha Rojava semînerek da got: “Şoreşa Rojava mûcîzeyek bi nirx e, divê ev nirx li cîhanê bê nîşandan.”

Li Qamişlo li salona Konferansê ya Akamediya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava bi tevlîbûna xwendekar, rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî semînerek hate dayîn.

Di semînerê de ku li ser bernameya Zoom pêk hat, rewşenbîr û nivîskarê DYE’yî Noam Chomsky axivî.

Chomsky anî ziman ku Rojava di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe û got: “Pirsgirêka esasî êrîşên dewleta Tirk a li ser erêkirina DYE wê çawa were têkbirine. Dîsa li aliyê din wê li hember nêzîkatiyên hikûmeta Şamê rêyek çawa bê şopandin.Heta niha Rojava hebûna xwe dana domandin mûcîze ye. Ji ezmûnan em dizain ku desteka navneteweyî mimkûn e.

Chomsky bal kişand ser Joe Bîden ê weke serokê DYE hate hilbijatin û Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: “Eger ku zextên gel nebe, wê Bîden sîstema parastina dewlemendiyên heyî yên DYE’yê bidomîne. Dibe ji Trûmp cuda be. Lê divê pir li benda hêviyan jî nemîne. Divê li ser vê mijarê her kes zextê li Bîden bike.Ne di wê baweriyê de me ku Bîden mîna Trûmp hov bibe. Ne di wê baweriyê de me ku mîna Trûmp erê bike û çavê xwe li qetilkirina Kurdan bigire.”

Nivîskar û rewşenbîr Chomsky pêşniyar li rêveberiya Rojava kir û got: “Tişta yekem bê kirin, divê tevgera jinê bixin bin ewlekariyê. Gavên di vê mijarê de yên li Başûrê Efrîqayê serketî bûn. Ev yek jî yekane hêviya we ye.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxekî pir mezin e. Divê hemû cîhan vê nirxê Şoreşa Rojava bibîne. Bi desteka gel hûnê bigihêjin armancên xwe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv