CIWAN JI BO RÊBER APO LI SER PIYAN E
LI GELEK BAJARÊN EWRUPAYÊ ÇALAKIYÊN CIWANAN DIDOMIN
Di çarçoveya pengava Dem dema Azadiye ye de,
Çalakiya ciwanên kurd ên li Ewrupayê ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo dewam dike.
Ciwanan li gelek qadên girîng pankartên Rêber Apo daliqandin û daxwaza azadiya wî kirin.
Li paytexta Swîsre Bernê bi pêşengtiya aktivîstên Meclîsa Jinan a Mizgîn û Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr standa agahdarkirinê hate danîn.
Di çalakiyê de tevahî rojê belavokên ku daxwaza azadiya Rêber Apo dike hatin belavkirin.
Bi heman armancê li Hîdesheîm a Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo mîtîngek hate lidarxistin.
Mitîng bi pêşengtiya Tev-Çandê li qada Angoûlemê pêk hat.
Navendeke din a Elmanyayê ku çalakî pêk le hat Dûîsbûrg bû.
Ciwanên kurd derbarê azadiya Rêber Apo de pankart û afîş daliqandin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dusseldorfê jî di nava liv û tevgerê de bû.
Ciwanan bi deriyê Sefaretxaneya Tirk pankart daliqand.
LI DIJÎ PDK’Ê KON VEDAN
CIWANAN LI DEN HAAGÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA PDK’Ê KON VEDA
Ciwanên li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo Azadiya Rêber Apo û Şerxwaziya PDK çalakiya kon a sê rojan dan dest pê kirin.
Ciwanên kurd provokasyonên PDK’ê yên li dijî gerîlayên Kurdistanê jî şermezar kirin û gotin:
Divê PDK rewşa ku gefê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwe biterikîne. Divê hezen xwe ji herême vekişîne
ÇALAKÎ Û XEBATÊN JI BO AZADIYA RÊBER APO
BI PÊŞENGIYA CIWAN WÊ 5’Ê KANÛNÊ LI STÛTGARTÊ MEŞEK BÊ LIDARXISTIN
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi şîara ‘Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na, bi hev re serhildan’ji bo azadiya Rêber Apo wê 5’ê Kanûnê li bajarê Almanya Sûttgartê meşeke mezin lidarbixin.
Rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li ciwanên li Almanyayê kir ku bi xurtî tevlî meşê bibin.