Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwan wê li dijî şerxwaziya PDK’ê biçin Garê 16.11.2020

 

LI DIJÎ PDK’Ê HELWESTA CIWANAN
CIWAN WÊ LI DIJÎ ŞERXWAZIYA PDK’Ê BIÇIN GARÊ

Li hemberî polîtîkayên şerxwaz ên PDK’ê nerazîbûnên Kurdistaniyan dewam dikin..

Ji bo ku PDK dev ji provokasyona xwe ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê berde bangewazî jî hene.

Lê li gel van hewldanan hemûyî jî PDK di siyaseta xwe ya ku xizmetê ji dagirkeran re dide israr dike.

Li dijî vê israrê jî ciwanên Kurd, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a Heftanînê rabûn..

Niha jî wê ji bo ku pêşî provokasyonê û siyaseta şerxwaz a PDK’ê bigrin berê xwe bidin Herêma Garê.

Ciwanan da zanîn ku wê bi dirûşma ‘Ji şer re na, ji yekîtiya netewî re erê’ ber bi Garê bimeşin.

Meş wê 20’ê Mijdara 2020’an ji nava bazara bajarokê Teqteqê navçeya Hewlêr Koyê dest pê bike.

Ciwanan ji bo meşê banga tevlîbûnê bi taybetî li ciwanên Başûrî û li her kesê kirin.

Ciwanan gotin:

Weke erkek netewî û nîştimanî, divê her kes li dijî siyaseta şerxwaz helwesta xwe nîşan bide û tevlî meşê bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv