Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanan banga tevlîbûna Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Genco dikin 29.09.2020

 

3’yemîn Festîvala Çand û Huner a Şehîd Genco, wê 2’yê Cotmehê li navçeya Dûkanê ya bajarê Silêmaniyeyê were lidarxistin. Rêveber û endamên Rêxistina Jiyanewe ya Ciwanan bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kirin da ku tevlî festîvalê bibin.

3’yemîn Festîvala Çand û Huner a Şehîd Genco wê bi dirûşma “Bi ruhê Cenga Heftanînê dagirkeriyê têk bibe, Kurdistanê biparêze” li navçeya Dûkanê pêk were. Festîval ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ve tê organîzekirin. Festîval 2’yê Cotmehê seat 10:00’an de destpê dike û danê êvarê seat 17:00’an bi dawî dibe.

Li ser vê yekê rêveber û endamên Rêxistina Jiyanewe ya Ciwanan ji Rojnews re axivîn. Yek ji rêveberê Rêxistina Jiyanewe ya Ciwanan Lara Ebas axivî û got; “Ji bo bîranîna şehîd Genco, wê 3’yemîn festîval were lidarxistin. Şehîd Genco ciwanek xwîngerm û welatparêz yê Hewlêrê bû ku li dijî dagirkeriyê û ji bo azadiya welat û xaka xwe şehîd bû. Ez bang li hemû xelkê Başûrê Kurdistanê dikim daku tevlî festîvalê bibin.”

Endamê Rêxistina Jiyanew ya Ciwanan Qani Xelîl jî got; “Şehîd Genco biryar da dijî zilm û dagirkeriyê rabe. Di vê oxirê de jî kete nava karwanê şehîdan. Li hemberî çeteyên DAIŞ, li Şengalê şehîd bû. Em jî her sal ji bo bîranîna şehîd Genco festîvalek lidardixin. Ji ber ku xwedîderketina li şehîdan erkê me yê serekeye.”

Xelîl ji bo tevlîbûna festîvalê jî bang kir û got; “Di festîvalê de wê gelek çalakiyên çand û hunerî pêkbên. Komek hunermendê diyar jî wê tevlî festîvalê bibin. Ez bang li xelkê Başûrê Kurdistanê dikim, bi taybet jin û ciwan daku tevlî festîvalê bibin.”

Bernameya 3’emîn Festîvala Şehîd Genco wiha ye:

Hunermend Behman Keman, Eşkan Dersîm, Necim Mihemmed, Îhsan Zîrek, Koma Muzîkî Komeleyî Hûnerê Ciwanekanî Kurd, Koma Muzika Mexmûr, Koma Def a Kevana Zêrîn, Komên Şano, Hilpirke Hewraman Grubî Yanew Siyaw Çemaney, Govenda Rojava Koma Viyan Soran, Pêşbirk û  hunermendên suprîz.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv