Li bajarê Silêmaniyê ciwanan derbarê siyaseta şerxwaz ya PDK’ê belavok belav kirin û xelkê derbarê metirsiya egera şer de hişyar kirin.
Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Silêmaniyê belavokên derbarê hişyarkirina siyaseta şerxwaz ya PDK’ê de belavkirin.
Di belavokên ciwanan de behsa siyaseta şerxwaz û çepraz ya PDK’ê û pîlanên dagirkirina Kurdistanê hate kirin.
Çalakiya ciwanan ji aliyê xelkê Silêmanî ve germ hate pêşwazî kirin û piştgirî dan çalakiya ciwanan.