JI BO AZADIYA RÊBER APO PÊNGAVA ”BI HEV RE SERHILDAN”
CIWANAN JI BO AZADIYA RÊBER APO JI HANOVERÊ MEŞA DIRÊJ DAN DESTPÊKIRIN
Ji bo şikandina tecrîda li Imraliyê û azadiya Rêber APO Cîwanên kurd yên li Ewrûpayê di nava tevgerê de ne.
Ciwanan bi şîara ‘Ji bo azadiya rêber APO bi hevre hevre serhildan’ meşeke dirêj dan destpêkirin.
Ji gelek welatên Ewrûpayê bi qasî 250 ciwanên Kurd û Enternasyonalîst beşdarî meşê bûn…
Beriya meş dest pê bike li bajarê Almanyayê Hannoverê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn..
Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku heta azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ew ê li qadan bin..
Piştî daxuyaniyê tevî astengiya polîsan Alman jî ciwanan dest bi meşa xwe ya dirêj kirin.
Di tevahiya meşê de berxwedana li Heftanînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hat silavkirin.
Her wiha bang li Kurdistanî û dostên wan hat kirin ku destekê bidin çalakiyan wan..
Meşa ciwanan wê hefteyekê bidome.