LI BERLÎNÊ “PENGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE”
CIWANAN BI NAMEYAN GEL DERBARÊ TECRÎDÊ DE AGAHDAR KIRIN
Aktivîstên JXK û YXK li paytexta Almanya Berlînê, bi armanca balê bikşînin ser hevkariya dewleta Almanya ya bi Tirkiye re û tecrîda li ser Rêberê APO tê meşandin ji gelê Berlînê name şandin.
Nivîsa ku ji metna Civaka Azad hatibû girtin, bi rêya postayan hate belavkirin.
Heman demê ciwanan ji bo balê bikişînin ser sîstema êşkenceyê ya li ser Ocalan, kartên biçûk ku gotinên Rêber APO li ser in, xistin qûtiyên postayan.
Li ser kartan kodekî ku berê wan dide navnîşana malpera ji bo azadiya Rêber APO hatiye vekirin û agahiyên derbarê tecrî de hene hat nivîsandin.
LI BAJARÊ BORDEAÛX CIWAN LI QADABÛN
ALA PKK’Ê LI SEFARETXANEYA TIRK DALIQANDIN
Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî ciwanên Kurd ên li hev kom bûn.
Ciwan ji bo balê bikşînin ser tecrîdê xelê herêmê adarkirin û paşê ala PKK’ê li avahiya Sefaretxaneya Tirk a li navenda bajar daliqandin.
Ciwanan di çalakiya xwe de peyama “Heta Rêber Apo azad nebe em ê ji qadan dûr nekevin, ji sekna xwe tawîz nadin.” dan.