LI ENQERÊ ÊRIŞA NIJADPEREST A JI BER MUZÎKA KURDÎ
CIWANÊ KURD BARIŞ ÇAKAN Ê 20 SALÎ JI ALIYÊ TIRKAN VE HAT KUŞTIN
Li Tirkiyê li êriş û kuştinên nijadperest yekî din zêde bû.
Ciwanê Kurd Bariş Çakan ê 20 salî, ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî, ji aliyê 3 nijadperestên Tirk ve hate kuştin.
Ev êrişa nijadperest û faşîst li navçeya Enqerê Etîmesgutê pêk hat.
Ciwanê 20 salî Bariş Çakan ji navçeya Agirî Panosê bû û ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî 3 nijadperestên Tirk êrişî wî kirin.
Di encama êrişa bi kêran de Bariş Çakan ê 20 salî kuştin.
Eger karên fermî biqedin, wê cenazeyê Bariş Çakan îro were veşartin.
Pişmamê Bariş Çakan, Dogan Çakan diyar kir ku, berê jî, ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî rastî êrişan hatine.