STÎLEKE TAYBET A WÊNESAZIYÊ
CIWANÊ KURD KARZAN OMER BI SIPREYÊ WÊNEYAN ÇÊDIKE Û DENG VEDAYE
Karzan Omer, ciwanekî ji navçeya Daretû ya Hewlêrê ye.
Li zanîngehê beşa wêjeya Kurdî temam kiriye.
Lê belê li gel karûbarên xwe yên rojane, bi çêkirina wêneyan mijûl dibe.
Karzan stîlek taybet spray û rojnameyê wêneyan çêdike.
Li Herêma Kurdistanê bûye xwedî yekemîn stîla tabloya ya bi sprey.
Her diçe xwestekên tabloyên Karzan zêde dibe û ev jî wî şa dike.