Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên Başûr banga serhildanê li dijî hevkariya PDK û Dewleta Tirk kirin

 

Ciwanên Başûrê Kurdistanê 20’ê Mijdarê wê li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê ber bi herêma Garê ve bimeşin.

Komîteya amadekar bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meşê di serî de ciwan li herkesî kir.

Li Silêmanî û Ranyayê jî ciwanan çalakî li darxistin û li dijî hevkariya PDK û dewleta Tirk banga serhildanê kirin.

CIWANÊN BAŞÛR LI DIJÎ SIYASETA PDK’Ê BI HÊRS IN
CIWAN WÊ LI DIJÎ ŞERXWAZIYA PDK’Ê 20’Ê MIJDARÊ BERÊ XWE BIDIN GARÊ

Ji bo ku PDK dev ji provokasyona xwe ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê berde gelek bangewazî hene.

Lê li gel van hewldanan hemûyî jî PDK di siyaseta xwe ya ku xizmetê ji dagirkeran re dike de israr dike.

Li dijî vê yekê Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencanî Tekoşer wê 20’ê Mijdarê ber bi herêma Garê ve bimeşin.

Meşa ciwanan ji Bajarokê Teq Teqê dest pê dike..

Endama Komîteya amadekar Bêrîtan Zagros bang li tevahiya ciwanên Başûr kir ku beşdarî meşê bibin.

CIWANÊN BAŞÛR LI DIJÎ SIYASETA PDK’Ê BI HÊRS IN
CIWANAN LI RANYAYÊ LI DIJÎ ŞERXWAZIYA PDK’Ê STAND VEKIR

Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencanî Tekoşer li Ranya jî li dijî şer xwaziya PDK’ê stand vekirin.

Ciwanan dan diyarkirin ku ew ê li dijî helwesta şerxwaziya PDK’ê her di nava tekoşînê de bin.

Her wiha banga meşa 20’ê Mijdarê kirin..

CIWANAN LI SILÊMANÎ PANKART DALEQANDIN
“PKK NE MÊVAN E, PKK GEL E, GEL LI VIR E”

Li Silêmanî jî ciwanan bi pira herî mezin a bi navê Kobanê ve pankartek daleqandin.

Ciwanan di pankarta xwe de gotin ‘PKK ne mêvane, PKK gele, gel li vir e’

00.00-0005

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv