ZEXTÊN POLÎSÊN TIRK ÊN JI BO AJANKIRINA CIWANAN
CIWANÊN HDP’Ê: EM BI XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ BERSIV DIDIN WAN ZEXTAN
Polîsên Tirk wekî bi dehan ciwanan, zextên ajantiyê li encamên meclîsa ciwanên HDP’ê Hatîce Aras û Ezgî Orak kirin.
Hatîce Aras û Ezgî Orak ên giliyê polîsan kirin û serî li ÎHD’ê dan, ji Jin Newsê re axivîn.
Ji ciwanên HDP’ê yên rastî zextên ajantiyê hat Hatîce Aras, hewldana ajankirin û zextan wekî parçeyeke siyaseta taybet a faşîzma AKP-MHP’ê nirxand.
Hatîce Aras anî ziman ku ji ber têkoşîna bi rûmet dibin hedefa êrişên faşîzma AKP’ê û got: Bersiva rast, xurtkirina têkoşîna bi rûmet e. Emê jî wisa bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.
Ji ciwanên HDP’ê Ezgî Orak diyar kir ku beriya 2 hefteyan dema ku li Enqerê dimeşiya, polîsan ew rawestandiye û di bin navê sohbetê de zextên ajantiyê lê kirine.
Ezgî Orak bi bîr xist ku demên dawî zextên li dijî ciwana, bi taybetî jî li hemberî jinên ciwan zêde bûne û got: Bi zext û tehdîdan dibêjin qey, ewê bi zext û gefan wê karibin me bitirsînin. Lê belê ev zext berovajî têkoşîna me xurt dike.