Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên ku bi navê Pêşmerge hatin xapandin: Artêşa tirk perwerdeya leşkerî dida me 03.12.2020

 

BI NAVÊ “PÊŞMERGE” HATIN XAPANDIN
“ARTÊŞA TIRK PERWERDEYA LEŞKERÎ DIDA ME”

Ji aliyê PDKê ve ji bo hêza leşkerî ya ENKS’ê 2012’an bi navê “Leşkerên Roj” hat damezirandin.

Lê paşê weke “Pêşmergeyên Roj” hat binavkirin.

Ji roja hatî damezrandin heta niha tenê bi êrişkariya li dijî gelê Kurd û nirxên wî rabûn.

Jixwe mînakê ya herî berbiçav û ti carî nayê jibîrkirin, 2 û 3’yê Adara 2017’an li Xanesora Şengalê wiha xwe dabû der:

PDK’ê û dewleta Tirk bi taybetî ji bo xapandina gelê Kurd û lîstina bi hestên welatparêziyê navê “pêşmergetiyê” bi kar anî.

Salar Mihemed Îsmaîl…

Kesek ji wê hêza bi navê “Pêşmergeyên Roj” bû.

Ji malbata xwe bi welatparêzî rabû û ji bo xeyala bavê xwe ya wê rojekê “kurê min bibe pêşmerge” bi cih bîne 2016’an çû Başûrê Kurdistanê.

Lê belê…

Li rastiya ji aliyê gelê Kurd ve tê zanîn rast hat!

Helbet wê vê rastiyê xwe di êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê de jî xwe bidaya der.

Ev ji bo Salar êdî bû noqteya dawî.

Salar ji ber vê yekê rayedarên ENKS’ê weke endamên MÎT’a Tirk bi nav dike.

Salar piştî vê rastiyê ji nava vê hêza noker qut dibe û berê xwe dide nava refên QSD’ê.

Dibêje, “hevalan rê li me vekirin û niha em bi qasî 200 kesî di nava QSD’ê de cihê xwe digirin”

Her wiha wê agahiyê dide, ku hêza bi navê Roj ya birine sînorên qadên gerîla jî nerazî ye û endamên wê timî dibêjin “emê şer li dijî gerîla nekin”

Cîhan Şemsedîn Hecî…

Ew jî yek ji wan welatparêzan e, ku hatiye xapandin û di nava hêza bi navê “Pêşmergeyên Roj” de cihê xwe girtiye.

Cîhad Şemseddîn Hecî bang li wan kesan kir, ku di nava hêza bi navê “Pêşmergeyên Roj” de cihê xwe digirin, da ku şerê gerîla nekin û vegerin Rojava.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv