Li bajarê Swîsre Baselê ciwanan li dijî faşîzma dewleta tirk çalakî kirin.
Ciwanên Kurd û dostan wan şevê din di çarçoveya pêngava ”Bi hev re serhildan” meşek girseyî lidarxistin.
Cenga Heftanînê û Şoreşa Rojava jî silav kirin.
PENGAVA “BI HEV RE SERHILDAN”
LI BASELÊ CIWAN LI DIJÎ FAŞÎZMA TIRK MEŞIYAN
Ciwanên Kurd û dostên Kurdan li bajarê Baselê yê Swîsreyê çalakiyek li dijî faşîzma Dewleta Tirk lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer hat organîzekirin.
Gelek tevger û rêxistinên sosyalist û şoreşger ên Baselê jî destek dan çalakiyê.
Bi tevlîbûnekî xurt ciwan ji Claraplatzê dest bi meşê kirin.
Di meşê de êrîşên dagirker û qirker ên Dewleta Tirk li ser Kurdistanê hat şermezarkirin û ji bo Rêber APO azadî xwestin.
Cenga Heftanînê û Şoreşa Rojava jî silav kirin.
Meşa ciwanan bi qasî saetekê li taxên Baselê dewam kir.