Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên Kurd li gelek navendên Ewropayê ji bo piştgiriya pengava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ li qadan bûn 03.12.2020

 

JI TECRÎD; FAŞÎZM Û DAGIRKERIYÊ RE NA; DEM DEMA AZADIYÊ YE
CIWÊN KURD LI GELEK NAVENDÊN EWROPAYÊ LI QADAN BÛN

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Tekoşêr di çarçova Pêngava Dem Dema Azadiyê ye li gelek navendên Ewropayê li qadan bûn.

Ciwanên şoreşger li Almanya û Fransayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo çalakî bi pêş xistin.

Xwedî li berxwedan û îradeya Şengalê derketin.

Ciwanên kurd li bajarê başûrê Fransayê li Marîgnanê bi vê armancê meşiyan.

Ciwanên şoreşger li bajarê Bordoyê jî meşek li dar xist.

Li banliyoya Vîlîer Le Bel a paytexta Fransa Parîsê jî bi deng û dirûşmên ciwanên bilind bû.

Li bajarê Fransa Montpellier jî ciwanên şoreşger li gelek deran pankart daliqandin.

Pankart bi pêşengiya Komuna Delal Amed li gelek noqteyên bajêr hatin daliqandin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Tekoşêr li paytexta Almanya Berlînê jî li ser pêyan bûn.

Ciwanan di çalakiyan de dewa azadiya Rêber Apo kir. peymana PDK, Bexda û Dewleta tirk a li ser Şengalê jî protesto kirin.

Ciwanan li ser girê Sparenburg ê Bielefeldê jî ku li wê derê Navenda Hunerê heye çalakiyeke bi şewqa ronahiyê çêkirin.

Ciwanan bi heman armancê li Mannheimê afîş daliqandin.

Li Mannheimê li gel afîşan li gelek noqteyan wêneyên Rêber Apo jî hatin teyisandin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv