Rêveberiya hikmeta herêma Kurdistanê ev salek û 4 mehe ambargo daniye ser wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê.
Kesên ji bo pêdiviyên xwe ji kampê derdikevin jî tên girtin.
Malbatên zarokên wan ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatine girtin banga berdana zarokên xwe kirin.
Malbat girtina zarokên xwe wek şerm û rû-reşiya PDK’ê dinirxînin..
Li gel ambargoya li ser wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê:
Zêtirî 20 karker û xwendekarên Mexmûrê jî aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin û agahî gelek ji wan nayê girtin.
Malbatên ku zarokên wan ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin ji ajansa Rojnewsê axivîn û banga berdana wan kirin.
Bavê Eşref Korhan yê 26’ê Îlonê ve girtiye Qodbedîn Korhan vê yekê wek şermekê mezin bi nav dike û wiha dibêje.
Xurbet Tunç jî ev 23 rojin ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatiya girtin.
Bavê Xurbet, Mihemet Tunç jî nerazîbûna xwe wiha tîne ziman.